Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa namak ji serokwezîrê Libnanê Se’ed Elherîrî re şand, derbarê pirbûna binpêkirinên ko milîtanên Hizbulaha tirorist derheqê sivîlên Sûrî û penaberên Sûrî yên li Libnanê pêk tîne, hem jî sizayên derheqê girtiyên Sûrî derxistine, ji wan jî dardakirin û zindankirina hetahetayê.
Mistefa daxwaz ji serokwezîr kir ko hemû milîtanên hizbulaha tirorist ji Sûriyê der bike, û têwerdana wê ya beloq rawestîne.
Daxwaz kir ko sivîlan ji stemkariya hizbulah biparêze, û careke din girtiyan li dadgeheke dadwer dadgeh bikin, di bin siya piştgiriyeke mafnasî û yasayî û derûnî de, û berdanê bo tevaya girtiyên ku ji ber dijberiya wan ji Esed re hatine tometbarkirin dabîn bikin.
Serokê hevbendiyê tekez kir ko têwerdana Hizbulah di Sûriyê de li rex rêjîmê û beşdarbûna wê di tawankariyên cengê de û tawankariyên li dijî mirovîniyê yên ko derheqê miletê Sûrî pêk anîne, ew sedema sereke ye ko Sûrî ji mal û milkên xwe derdikevin, û xwe li cihekî aram digirin.
Name digel nameyên ko bi xeta destê girtiyan hatine nivîsandin bû, ew nameyên ku desteya yasayî ya Hevbendiyê ji zindana Romiyê bi riya peywendiya bi girtiyan re bidest xistibûn, tev li bangên rêkxistinên mafnasiyê bo berdana girtiyan, piştî ko sizayên tund derheqê wan dereketine, ji wan jî dardakirin û zindankirina hetahetayê, û demên navbera 12 û 15 salan, bi tawanin nerast, wek tevlîbûna komên tirorist.
Serokê hevbendiya nişûtimanî got ku ev siza siyasî ne, û çi girtî nikare parêzerekî ji xwe re deyne.
Jêder: Oîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî