Li çend taxên bajarê Reqayê çend xwepêşandanên nû li dijî milîsên “PYD” derketin, ji ber binpêkirinên wê li dijî sivîlan, û hemahengiya wê ya ewlekarî û leşkerî bi hêzên rijêmê re.
Xwenîşander piştî nimêja Roja Înê ji mizgefta “Hamza” ya li nîva bajarê El-tebqa li gundên rojavayê Reqayê derketin, û doza azadiyê û rûxandina rêjîmê û dadgehkirina Beşar el-Esed kirin, her weha her hewileke ji bo hatina hêzên rijêmê li nav bajêr, û berdewamiya hemahengî û hevkariya ligel rijêmê şermezar kirin.
Xwenîşandaneke din ji taxa “Rimêlê” li bajarê Reqayê derket, ji bo şermezarkirina kiryarên wan milîsan û kampanyayên leşkerkirina ciwanan yên bi zorê ,û ji aliyê milîsên PYDê ve hat gulebarankirin,.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ji aliyê xwe ve kiryarên tundutîjiyê yên berdewam yên ji aliyê milîsên “PYD” li dijî sivîlan, û bi taybetî jî yên li Reqayê dibin şermezar kirin.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ev kiryar beşek ji “riftarên van milîsan yên kopîkirî ji kiryarên rejîma Esad a zalim e yên ku armanc jê tirsandina xelkên Sûriyê ye”.
Herwiha ku ji aliyê van milîsên terorîst ve, hilmeteke girtinê li dijî beşdarên di xwenîşandanan de destpê kiribû û gule hatibûn avêtin, tevlî destdirêjiya li ser jinan û gotina xeber û dijûnan, û berdewamoya serkutkirina sivîlan û desteserkirina çalakvan û şoreşgeran.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî