Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Dîma Mûsa, daxwaz ji civaka navdewletî kir ko hemû riyan bikar bîne ji bo vekolînê di dosya binpêkirinên ko rêjîma Esed di zindanan de pêktîne bike, û bal kişand ser giringiya hewildana rizgarkirina girtiyên di zindanan de sax mane.
Û tekezî li ser giringiya tomarkirina navên van girtiyan di nav qurbaniyên tewanên rêjîmê yên dijî yasayên Sûrî û yên navdewletî û yên dijî mirovahiyê de kir.
Û got ku kiryarên rêjîm dike bi nivîsandina mirina girtiyan bi sedemên siruştî di belge-nivîsînên sivîl de, hewildaneke din e ji bo nixumandina tawankariyên xwe.
Di dema dawî de rêjîma Esed belgehên sivîlan yên di serayên nifûsê de guhertine, û gelek girtî wek miriyan nivîsandine, li gora raportên mafnasiyê, û rêjîm wisa dike bê ko kelaxên wan bide destê mirovên wan.
Cîgira serokê hevbendiyê destnîşan kir ko rêjîmê girtina nerewa û veşartina kotekî ji destpêka şoreşê ve bi şêweyekî rêbazkirî derheqê çalakvanan bikar aniye, wekû istiratîciyekê ji bo tevgera sivîl û aştiyane têk bide.
Mûsa got: ‘’ ji çend salan ve mirovên kesên girtî dixwazin çarenivîsa keç û kurên xwe zanibin, û kêm caran hin hatine agahdarkirin, yan jî bi rêya ew kesên ji zindanan sax derketine çarenivîsa wan nas kirine.‘’
Bêtir got: ‘’em zanin ew ne mirineke siruştî mirine, li vir emê wêneyên Sîzer bibîr bînin, ko di wan de rewşa girtiyan û çarenvîsa wan diyar dibû, û em zanin ko êşkencedan sedema sereke ya mirina girtiyan e. ‘’
Desteya niştimanî ya karûbarê girtî û windayan daxuyaniyek derbarê radestkirina rêjîmê ji lîsteya şehîdên di girtîgehan de derxist , û got ku tiştê rêjîmê kiriye nîşaneke aşkere ye li ser berpirsiyariya wê di ber kuştina wan de, û daxwaz kir ko berpirsiyarên rêjîmê yên mezin wek tawankarên cengê û yên dijî mirovahiyê bêne tohmetbarkirin û sizakirin.
Desteyê careke din daxwaz ji encûmena ewlehiyê kir ko rewşa bobelatî ya di zindanên rêjîmê de berçav bigire, û biryareke tund derxîne û dosya tawankariyên cengê li Sûriyê ji dozdarê giştî yê dadgeha tawankariyên navdewletî re bişîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî