Ji aliyê ofîsên Belgekirinê yên xwecihî, hejmara şehîdên li herêma başûr her ji destpêka oparesyona leşkerî bi 500 şehîdî hat diyarkirin, jin û zarok di nav wan de hene, û çalakvanan tekez kirin ku çekên qedexekirî ji aliyê rejîmê û hêzên esmanî yên Rûsiya di dema êrîşên asîmanî De li ser taxên nişteciyan û dezgehên bijîşkî hatin bikaranîn.
“Ofîsa Şehîdan li Parêzgeha De’rayê”, diyar kir ku 492 kes ji aliyê hêzên rejîmê û çekdarên terorîst yên Îranê bi alîkariya hêzên esmanî yên Rûsyayê li herêma başûr li Der’a û Qunêtra hatine kuştin, her ji destpêka oparesyona leşkerî ya li 19’ê hezîranê heta 22’ê Tîrmeha niha.
Ofîsê bal kişand ser ku hejmara mezin ya şahîdan para bajar û bajarokên parêzgeha De’rayê bû, ku hejmara şehîdan lê gihişt 341 welatiyên sivîl, hejmara herî zêde ji wan jin û zarok bûn.
Oparesyoneke leşkerî ya xwîndar li herêma başûr bi bikaranîna siyaseta erda şewitî û wêrankirina jêrxaneyê destpê kir, lewra xelk bi darê zorê neçarî îmzakirina li ser koçberbûn û barkirinê bûn, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û opozisyona Sûriyê ev kar wek tawanên şer û tawanên dijemirov dîtin, ji ber ku ew di bin zora çekan, bombebaran û kuştinê de bûn, û civaka navdewletî berpirsiyar dît, ji ber bêdengiya wê li ser binpêkirinan û bicihnekirina biryarên navdewletî.
Netewên Yekbûyî ragihand, ku di oparesyona dijwar de ya li ser başûrê Sûriyê bi sedhezaran ber bi navçeya sînorê Urdinê koçber bûn, ku ev yek mezintirîn krîza koçberiyê bû ji destpêka şoreşa Sûriyê ve her ji sala 2011’an, ku piraniya wan zarok, jin, kal û pîr in.
Rêxistinên Mirovan diyar kir ku koçber di bobeleteka mirovî de dijîn, ligel zehmetiyên bidestxistina çavdêriya pizîşkî û xwarin û vexwarina paqij.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê