Duhî yekşembê, Desteyin fêrkirinê bi hevkariya saziyên civaka sivîl pêşengeheke afirandinên zanistî li parêzgeha Idlibê li jêr navnîşana ‘’ Endazyarên Piçûk‘’ rêkxistin kir, bi amanca navtêdana xwendekaran û pêşkêşkirina piştgiriya derûnî ji wan re, û geşepêdana karînên wan da karibin ramanên xwe di piratîkê de bicî bînin.
Di ‘’Pêşengeha Zanistî ya Afirandinê ya Duyem’’ de ya ko li bajarokê “Hezano” li gundewarê Idlib çêbû, 45 şagirt têde beşdar bûn, çend şêwe ji afirandinên xwe yên piraktîk yên ko li kargeha kar digel çavdêrên taybetmed kar û rahênanî li ser kirine pêşkêş kirine.
Çavdêrê pêşengeha zanistî ya afirandinê Munzir Omêr ji acansa Simart ya ragehandinê re got ku “xwendekaran afrandinên xwe di pêşengehê de pêşkêş kirine, tevlî aloziyên heyî ji aliyê kêmbûna heyberên pêdivî bo afirandinê”.
Omêr destnîşan kir ko karên afrênerî yên pêşengehê dîzayinên endazî û fîzîkî ên ko li ketwarê hene bûn, lê dîzayinên ko hatine pêşkêşkirin xwendekaran sûde ji toreya internetê wergirtine û afrandina xwe tevlê kirine.
Çavdêr diyar kir ko wî digel du hevalên xwe heyvekê bi xwebexişî dema xwe terxan kirine, bo vê kargeha xwendekaran, û waneyên teknîkî bo pêkanîna kar dane wan.
Henan Receb a 13salî ji bajarê Kefer Zîta, bi pireke hîdrolîkî beşdar bûye, têde ‘’karton, Siring û borî ‘’bikar anîne, ew pir ber bi jor û jêr diçe, dibêje wê ev kar kiriye bo dîsa-avakirina welêt û ew dê paşerojê bêtir bipêş ve bixe.
Di heyva nîsana borî de parêzgeha Idlib pêşengeha yekem ya ezmûneyên zanistî û afirandinan ji bo bêtir ji 200 zarokî navbera (10-13salî)re li dibistana Elqadisiye li bajarokê Hezano li gundewarê Idlib yê bakur pêşkêş kir.
Tê destnîşankirin ko ev xul li jêr êrîşên rêjîmê li ser herêmê çêdibin, yên ko bûn sedem ko bêtir ji 160 dibistan ji xizmetê derkevin, û 134 ziyan gihane wan, sala 2016ê, û bêtir ji 370 xwendekar û mamosteyan jiyana xwe jidest dane.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî