Hêzên rêjîmê li bajarê Kefer Betna li Xûta rojhelat li gundewarê Şamê bi kampaniyeke girtinê rabûne di du rojên borî de çend jin jî hatine girtin.
Jêderin ragehandinê yên xwecihî anîn ziman ko hêzên rêjîmê şeş jin bi sedema telefonkirina bi xelklin xwe yên koçberî bakurê Sûriyê bûne hatine girtin.
Ev kampaniya girtinê çêbû piştî ko hêzên rêjîmê 80 xort di gulana borî de zayîna 1990-1999 li derdora mizgefta Hewa li bajarê Dûma li gundewarê Şamê, û çalakvanan anîn ziman ko ew birine leşkeriya neçar.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê hişyarî ji çarenivîsa nediyar ya sivîlan li herêma Xûta dabû, û tekez kir ko giring e parastin ji hêla civaka navdewletî ve bo wan bête pêşkêşkirin, ji tirsa ko tawankarî derheqê wan de çêbibin.
Sivîl li Xûta rojhelat ketine ber tawankariyên cengê yên berfireh, li gora rêkxistinên mafnasiyê, û niştecih neçar kirine ko malên xwe berdin piştî ko derheqê wan de bombebaran û dorpêç û birçîkirin pêk hat, hem çekên kîmawî li dijî wan bikar anîn ko bi sedan sivîl ji nav wan bi dehan zarok û jin hatine kuştin û birîndar bûne.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporteke xwe de diyar kir ko nîşanên wênekirî hene tekez dikin ko rêjîm berpirsiyar e di ber êrîşa kîmawî de, ya ko li Dûma çêbû, toreyê bal kişand ser ko ev êrîş wekû tolhildan çêbû ji bo fişarê bidin ser niştecihên bajarê Dûma ji bo li serê xwe li ber mercên Rûsî bitewînin û xelk derbider bibin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî