Çekdarên ser bi PYDê li roja duşemê 23.7.2018 saet yazdehê danê sibê, rabûn bi revandina Abdul Hemîd Xelîl û Abdul Mecîd Mûsa, endamên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya, ji mala wan li bajarê SerêKanyê .
Encûmena Niştimanî ya Kurdî di daxuyaniyekê de ev kiryarên terorîstî yên mîlîtanan li dijî xebatkarên gelê kurd û Encûmena Niştimanî ya Kurdî şermezar kirin, û daxwaza serbestberdana girtiyan kir, û Encumena kurdî bang li hemû hêzên Kurdistanê û keç û kurên gelê kurd û rêxistinên civakî û hemû xêrxwazên nirxên netewî û demokratîxwaz kir ku guvaş û fişaran li ser PYDê û milîsên wê bikar bînin, ji bo dest ji van kiryarên xwe yên li dijî xebatkarên kurd berdin, bi taybetî yên li dijî endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya kurdî.
Encûmena kurdî got, ku ev milîs bi kiryarên xwe yên terorîstî, sivikatiyê bi hestên kur û keçên gelê Kurd û tevgera wê ya siyasî dikin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê