Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Dîma Mûsa, got ku giring e piştî gotina dewletên ku di kongirê Warso beşdar bûne bûye yek, û dîtine ku Îran mezintirîn gef e li ser rojhelata navîn, êdî gereke pêngavine jidil bêne avêtin, bo destê Îrana jêdera tiroristiya sînoran derbas dike ye, pûç bibe.
Mûsa tekez kir ko metirsiya Îranê ne tenê beşdarbûna bi rêjîma Esed re ye di kuştina miletê Sûrî de, lê ew gef e li ser tevahiya herêmê , û şan û milîtanên xwe yên mezhebperest li bêtir ji dewletekê belav dike.
Mûsa got ku destên Îranê pir belavbûyî ne, û karê wan belavkirina bêserûberiyê û têkbirina ewlehiyê ye, li dewletên ko lê belavkirî ne, û ew amancên xwe bi rêya Hosiyîna li Yemenê û Hizbullah li Libnanê û di rêya bi dehan milîtanên tirorist li Sûriyê û Îraqê pêk tîne.
Mûsa razîbûna xwe diyar kir ji pêşinyara Emerîkî ya ko daxwaz dike dewletên Ewropî ji peymana Atomî ya digel Tehranê vekişin, çimkî ev dewlet metirsiyeke wê ya mezin li ser ewlehî û aştiya cîhanî heye. Berê jî serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilrehman Mistefa tekez kiribû ko ew piştgiriya sizayan li dijî Îranê dikin, û destnîşan kir ko tiroristiya rêjîma Îranê li herêmê nayê veşartin.
Mûsa amaje bi giringiya piştgiriya hemû dewletan û bi taybetî yên Erebî kir, bo avêtina pêngavine jidil da Îran dorpêç bibe û têwerdana wê di karûbarê dewletên herêmê û bi taybetî Sûriya û Îraqê de bidawî bibe.
Kongirê Warso roja çarşembê lidar ket, bi beşdarbûna wezîrên derve û berpirsiyarên bêtir ji 60 dewletan ji wan jî Emerîka û dewletên erebî û di serî de Erebistana Siûdî, da bêtir fişaran li ser rêjîma Îranê bisepînin.
Jêder : Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî