Hêzên rejîmê û Rûsya berdewam in di oparesyona xwe ya leşkerî de her ji meha borî ve, li ser deverên berfireh li gundewarên Idlib û Hemayê, ku bûye sedema koçberbûna bi deh-hezaran û mirina nêzkî 700 welatiyên sivîl, 203 ji wan zarok in.
Li gorî raporta tîma kordînatorên bersivdanê ya li roja yekşemê, li vê dawiyê zêdetir ji 697 welatiyên sivîl, 203 ji wan zarok in, di oparesyona leşkerî ya hêzên rejîmê û Rûsya de hatine kuştin.
Tîmê di raporta xwe ya li ser rewşa deverên kêmkirina zêdegaviyan li ser erdê ji 2’ê reşemehê heta 9’ê cehzîranê, da zanîn ku hejmara kesên koçber gihişt zêdetir ji 503 509 kesan, û got ku ” tevgera koçberiyê hêjî berdewam e, û hejmara wan û pêdiviyên wan, bi taybetî jî ligel zêdebûna kampên bêseruber û derbideran zêdetir dibin”.
Li gorî raportê, 183 xalên navendên giring û binesaziyê, di nav de 57 navendên bijîşkî û nexweşxane, û şeş navendên parastina sivîl û 71 avahiyên perwerdeyî û 7 kampên koçberan û 31 mizgeft, herweha 11 nanpêjgehan hatine topbarankirin.
Tîmê bang li hemû ajansên mirovî kir ji bo bilez alîkariya awarte ji bo koçberên nû pêşkêş bikin, herwiha daxwaza rawestandina êrîşên li dijî sivîlên Idlibê ji aliyê navnetewî yên pêwendîdar li Sûriyê kir.
Tê zanîn ku parêzgehên Idlib û gundewarê Hema, Heleb û Laziqiyê rastî kampanyek berfireh ji aliyê hêzên Esed û Rûsya hatine, bi piştevanîya firokeyên cengê her ji nîsana borî ve, bi armanca kontrolkirina deverên rizgarkirî.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrîyê ev kiryar şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ji bo rawestandina operasyonên leşkerî li dijî sivîlan û dabînkirina parastina wan.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî