Serokê Partiya Sosyalîst ya Pêşkeftinxwaz, Welîd Canpolat, li ser “Twitter”ê bersiv da derbarê daxuyaniyên Wezîrê Karê Derve yê Libnanê, Cebran Basil, ên li çend roj berê, yên li dijî penaberên Sûrî û Felestînî li Libnanê yên hêrs û bîntengiyê peyda dikin.
Canpolat di bersiva xwe de got: “Me nûçeya derxistina penaberên Sûrî ji Dêr al-Ahmer bihîst, û dîsa em nûçeyan ji A’rsal, li ser hilweşandina mal û konan dibihîzin, û ji berî niha jî me teyorên nijadperestiyê ên wezîrekî bilind li dijî penaberên Felestînî û Sûrî bihîstine ” , wek amajepêkirinekê li ser daxuyaniyên wezîrê Libnanê Cebran Basîl.
Canpolat di twîta xwe de pirsyar kir û got: ” Kî li vî welatî desthilatdar e, helwesta serokwezîran çi ye?”, weke îşaretekî li ser çalakiyên nijadperestî yên li dijî penaberên Sûrî li Libnanê, hevdem ligel bêdengiya serokwezîrê hikûmetê hember bûyerên li welêt.
Canpolat di twîta xwe de bal kişand ser ku dibe bêdengiya Herîrî beşek ji çareseriya ligel aliyên dijber yên Libnanî be, û got: “Gelo hemû tiştên derbas dibin beşek ji lihevkirina kirêt in, gelo em ê wan vegerênin Sûriyê ji bo bê kuştin?”.
Ev yek tê pêkhatin yekser piştî rêşûnên rayedarên Libnanê, berî cend rojan, dema rakirina konê penabereka Sûrî li kampa gundewarê li nêzîkî A’rsal, di dema Cejna Rojiyê de, ku li gorî raportên rêxistinên mafên mirovan; nêzîkî milyon û nîvek penaberên Sûrî li Libnanê hene, piraniya wan li kampan dijîn.
Girtevîdiyokek ya penabereka sûrî ji aliyê çalakvanan li ser malperên tora civakî hat belavkirin, dema dîwarê konê xwe bi destê xwe heldiweşîne, û hevdem bang li rêxistinên xêrxwaz dike ji bo bicihhkirina wê û zarokên wê.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya sûriyê, daxuyaniyên berdewam yên li dijî penaberên Sûrî li Libnanê şermezar kirin, û wezîr Basîl û rewta wî ya alîgirê rejîma Beşar Esed bi berpirsyar dîtin di ber her rûdanekê li dijî koçberên Sûriyê li Libnanê.
Tê zanîn ku tedbîrên kêfî yên li dijî penaberên Sûriyê, bûn sedem ku 76 Komele û desteyên Libnanê û 430 kesayetiyên civaka medenî û sivîl, bangewaziyê bidin rayedarên Libnanê, ji bo rawestandina biryara hilweşandina konên penaberên Sûrî.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî