Toreya Sûrî ya mafên mirovan diyar kir ko rêjîma Beşar Elesed pereyên derkirina pasportan ji bo dabînkirina mesrefa operasiyonên xwe yên leşkerî li dijî sivîlan û riswakirina rikberên xwe bikar tîne, û bal kişand ser ko di dema hewildanên derxistina pasportan de gelek binpêkirin çêdibin.
Toreyê di raporta xwe ya duşembê de destnîşan kir ko rêjîmê dezgehên dewletê yên corbicor bikar anîne da karibe tevgera gel ya sala 2011ê rabûye têk bide, û heta bi dezgeha koçê û pasportan bikar aniye, çimkî rola wê bi xwe jî bûye mîna rola dezgeheke ewlekarî û siyasî, û rola wê bûye talankirina malê civaka Sûrî bi amanca ko civakê lawaz û riswa bike.
Li gora raportê rêjîmê ew pere bo berdewamkirina cenga vekirî lidijî her kesên ko daxwaza veguhastina siyasî kirine bikar aniye, û destnîşan kir ko berdewamî û firehkirin û pirbûna tawankariyên derheqê miletê Sûrî çêbûne, hiştiye pêdiviya miletê Sûrî bi derkirina pasportan pir bibe, çimkî li ser jiyana xwe ditirsin, û hiştiye ko bi milyonan sivîlên Sûrî li hindirê Sûriyê pasportên xwe derxînin, hem jî sivîlên Sûrî li derveyî welat herdem pêdiviya wan bi nûkirina pasportan heye.
Raportê diyar kir ko derkirina pasportan li Sûriyê di du qonaxan re derbas bûye, û got mafya ew kontrol kirine, û rêjîm keysê bi wan ji xelkê tîne da dahatên xwe yên darayî pir bike.
Qonaxa yekem li gora raportê ji destpêka xwepêşindanan heta nîsana 2015ê, rêjîmê siyaseteke duqolî bikar aniye, ‘’ Yek jê li ser xelkê feriz kir ko erêkirinê ji şaxên ewlehiyê çi li derve û çi li hindir bînin, wisa jî çi kesê ko ji aliyê şaxên ewlehiyê têne xwestin û yên ko di tevgera gel de beşdar bûne ji belgeyan bêpar bûne, û hemû rikberên derve jî nikarin bidest bixin.‘’
Toreyê got ku rêjîmê di vê qonaxê de: ‘’ Dergehê bidestxistina pasportê li ber toreyên mafya vekir ko perene pir bistînin, carina digehêje 5hezar dolarên Emerîkî.‘’
Qonaxa dûyem ya piştî derkirina rêjîmê ji yasaya hejmar 17 ya sala 2015ê ya ko li gora wê rê da ko pasport ji hemû Sûriyan re li hindirê welat û derve û bêyî cudahiyê bike navbera rikber û hogirên rêjîmê, her weha yên ko ne bi rêyeke rewa ji welat derketine jî dikarin bidest bixin.
Piştî wê guherîn di yasaya 17 de çêbûn, û bo yasaya 18 ya sala 2017ê hat guhertin, û baca kunsilî ji yên ko bixwazin pasportê derxin an nû bikin yên li derveyî welat dema dixwazin bilez be di sê rojan de, bi 800 dolarên emerîkî ye . Û li gora sistema dorê di 10 heta 21 rojê bi 300 dolarî ye, û li gora raportê ev pereyên pir yên ko rêjîmê feriz kirine pir buhaye û li cîhanê wisa nîn e.
Raportê aşkere kir ko dema pasportê ji yên hevrikên rêjîmê re nebêtirî du salan e, û piraniya dewletan û kompaniyên firokan mercê wan ew e ko hêj 6 heyv ji pasportê re mabin tako bilêtan bibirin, di vê rewşê de pasport tenê ji bo sal û nîvekê dimîne.
Her weha hejmareke mezin ji Sûriyan li bajar an dewletina dijîn ku qunsilxaneyên Sûriyê lê nîn in, ew dihêle ko ew kes seferê bike û bilêt û hotêlê jî bibire û neçar dibe ko pasporta bilez derxîne, anko 800 dolarên emrîkî dide, hem xercên din bo pasportekê bidest bixe, wek malpera (passport index) got ku çaremîn pîstirîn passport li ser asta cîhanê ye.
Her weha toreya Sûriyê got ku xelkên Sûrî dikevin ber binpêkirinan gava kexezên xwe yên pasportan û bi pereyine pir çêdikin, ko hêj dezgehên ewlehiyê erêkirina xwe dikin mercê derxistinê, û her yek ko kaxezên xwe pêşkêş bike li lîsteyên kesên guman li ser wan heye vedigerin, û ev yek dihêle ku yên di xwepêşindanên lidijî Esed de beşdar bûne û rikberên derve ji wan belgeyan bêpar bimînin.
Jibil erêkirina ewlehiyê xortên temen 20-42 û lêbûrandina leşkeriyê digel tunebe, divê erêkirina navenda leşkeriya xwe bîne, û li gora raportê ev rêgir e li ber bi sedhezaran xelkên Sûryê.
Li gora raporta toreya Sûrî ya mafên mirovan rêjîmê nekêmî 1249 kesî, ji nav wan 8 zarok û 138 jinên gehayî ji adara 2011ê ve heta çileyê paşî 2019 girtine, di dema ko kaxezên xwe yên bidestxistina pasportan çêdikirin li çend parêzgehan, ji wan 703 kes di hindirê birêveberiya koçê û pasportan li bajarê Şamê hatine girtin.
Raportê got hevwelatiyên Sûrî yên derve jî derdê vê mijarê bi çend şêweyan dikêşînin, çimkî rêjîmê tunebûna berdêlê ji pasporta xwe re delîve girtiye, bo gelek pereyan bidest bixe û rewaya siyasî û gelek kirdeyên riswakirin û binpêkirina rûmeta hevwelatiyan, û raportê nimûne li ser çend dewletan ji bo vê yekê diyar kirin.
Raport dibîne ku delîvekirina rêjîmê ji derkirina pasportan re û talankirina xelkê bi daxwazkirina pereyên pir, di pey re jî şikandina rûmeta wan ya mirovî, di heman dema amadekirina kaxezên wan bo bidestxistina pasportê binpêkirina mafên mirovî yê bingehîn e.
Raportê got ku divê rêjîm talankirina xelkê rawestîne, û pereyekî guncaw ji bo bidestxistina pasportê deyne ko nebêtir ji 20 dolarên emerîkî be, wek dewletên din, û nema dezgehên dewletê bikar bîne bo piştgiriya cenga xwe ya lidijî civaka Sûrî ya ko daxwaza guherîna siyasî û dîmuqratî dike.
Toreyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ko fişarê bide ser rêjîmê û hevlbendên wê, da pereyên li pasportan diçin kêm bike, Toreya Sûrî got: ‘’ Çi hewildanên vegerandina peywendiyên siyasî an abûrî digel rêjîmê, piştgiriyeke aşkere ye ji rêjîmeke zordar û diktator e, ya piçûktirîn mafên hevwelatiyên xwe delîve dike.‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî