Di dema dawî de diyardeya revandina mirovan li parêzgeha Hesekê ji hêla girûpên nenas ve zêde bûye, û hin ji wan kesên revandî piştî demekê kuştî têne dîtin.
Di destpêka sala 2019 de li bajarê Qamişlo du kes hatin revandin, yek ji wan bazirgan Riyad Mihemed Welîka bû. Peyamnêrê malpera Hevbendiyê dibêje : “piştî 15 rojan termê Welîka li derdora gundekî bi ser Qamişlo ve hate dîtin, û girûpa ew kuştibû ji hêla hêzên ewlehiya rêjîmê ve hate binçavkirin, lê rêjîmê tu hûrgiliyên wê tewanê diyar nekirin”.
Bûyerek bi heman şêweyî di nîvê heyva Yekê de ji vê salê li Qamişlo dubare bû, û di encamê de karmendê dezgeha pêwendiyan li bajarê Qamişlo Imran hac Cemîl ji hêla nenasan ve hate revandin, û tu agahî derbarê çarenivîsa wî nediyar in, li gor daxuyaniya malbata wî ji peyamnêrê me re.
Derabarê vê rewşê çalakvanê siyasî Qasim Ehmed ji malpera me re axivî û got “di salên bûrî de bûyerên bi vî şêweyî ji ber tunebûna ewlehiyê zêde bibûn, û her demekê dûbare dibûn, û destê desthilatên heyî tê de hebû, bi armanca tinekirine dijberan”.
Ehmed berdewam kir: “Lê di dema dawî û piştî pêşhatên dawî bi taybetî vekişîna hêzên Emerîkî, rêjîm hewil dide ku nearamiyê li deverê geş bike, da ku behaneyan peyda bike, û bêje ku alîgirên wî daxwaza destwerdana rêjîmê û vegera wê ji bo herêmê bikin, bi taybet di vê rewşa aloz de ya ku rêveberiya Partiya Yekîtiya Dîmuqrat gihiştiyê” .
Tê zanîn ku binçavkirina girûpa ku Welîka rivandibû ji hêla hêzên ewlehiya rêjîmê, û belavnekirina hûrgiliyên wê tewanê, metirsî li cem weltiyna zêde kiriye, û rejeya gumana piştevaniya rêjîmê ji van bûyeran re bilind dike.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê