Acansa rojnamevaniya Firensî wêneyin sivîlên ko ji ber şer û birçîbûnê di rojên bûrî de li gundewarê Dêra Zorê yê rojhelat reviyane belav kirine.
Wêne sosretên li wan herêman hatine serê sivîlan bi sedema pevçûnên li wir çêdibin diyar dikin, tê de jineke reviyayî ji nûçegehanê acansê re gotiye ku ew û malbata xwe jiyaneke derbideriya dirêj jiyane, ji Helebê dest pê kir heta bi gundê Elbagoz li gundewarê Dêra Zorê, wekû dawîtirîn cihên Daişan, û got: ‘’Min zaroka xwe veşart, û xuşka wê bi sedema sermayê li ber mirinê ye. ‘’
Çalakvanekî salixê wêneyan da û got: ‘’Pir diltezên bûn‘’, yekî din got: ‘’ ji mirinê derketine‘’ bi sedema ko şer pir xurt bû.
Dezgehên ragehandinê yên xwecihî gotin ku bi sedan malbat gihiştin kampa ‘’ Elhol‘’ li başûrê Hesekê, ji rojhelatê Dêra Zorê hatine.
Acansê diyar kir ko 207 malbatên Sûrî, dora 706 kesan, û 197 malbatên Îraqî ku dora 780 kesan in, û şeş malbatên rêkxistina dewletê, di rêya rêbuhêrka Elsubih li bajarê Şedadê gihane kampê.
Ji çend salan ve bi sedema pevçûnan û operasiyonên bombebarana asmanî ya ko hêzên hevpeymana navdewletî li dijî herêmên sivîlan bikar tînin, û serpereştên hevpeymanê pê mikur hatine, bi hezaran sivîl hatine kuştin,.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî