Nûnerê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzn Şoreş û Rikberiya Sûrî yê li Ferensayê, Munzur Maxos, berdewamiya rijêma Esed di dorpêçkirina kampa “Rikban” ya li nêzîkî tixubê Urdunê protesto kir, û dît ku ew rêbaza rijêm ji çend salan de dijî deverên şoreşgeran bikar tîne, beşek ji tewanên cengê yên li Sûryê pêk tên e.
Û maxos diyar kir ku karwanên alîkariyên mirovahî ji berî sê heyvan de ji xelkên kampê re neçûne, û got ku rewş kambaxtir dibe ji ber kêmbûna keresteyên xwarinê û yên tenduristî û alavên pizîşkî, tevlî kêmbûna hebûna avê, ji ber kamp li devereke biyaban e.
Û tekez kir ku rijêm û hevalbendên wê fişaran li ser kampê disepînin, di riya dorpêçkirinê û qedexekirina derbasbûn û derketina xelkê û karwanên bazirganî, ji bo neçarkirina wan li ser derketina ji kampê ber bi deverên ku ew heldibijêre, û bal kişand ku NY kar dike ji bo şikandina dorpêçê û gihiştina kesên hewcedar ên li kampê.
Û maxos got ku peywendiyên wî li gel NY û kesên çavdêriya kampê dikin ji bo amadekirina karwanên alîkariyên mirovahî û keresteyên xwarinê bo kampê berdewam in.
Cêgirê berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî, Ferhan Heq, di preskonferansekê de, diyar kiribû ku ji aliyê Netewên Yekbûyî “planeke cêbicêkirinê ji bo nirxandina pêdiviyên mirovî ji bo şêniyên kampa Rikban, li hefteya borî, ji rejîma Esed re pêşkêş kiriye, û hêjî em li benda bersiva wê ne”.
Û got ku: “NY niha li benda erêkirina rejîmê ye li ser plana cîbicîkirinê ji bo texmînkieina hewcedariyan, û alîkariya mirovên dixwazin bar bikin, û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî ji bo kesên bimînin.” Û Heq bal kişand ser ku ” hêjî nêzîkî 25 hezar derbider hene û di rewşên xirab de dijîn, ligel kêmbûna çavdêriya tenduristî, keresteyên sereke yên xwarin û vexwarinê, herwiha coreyên din yên alîkariyên mirovî”.
Û Netewên Yekbûyî, nîvê heyva nîsana bûrî , tekezî li ser amadebûna xwe kiribû ji bo beşdariyê di hawarçûna xelkên kampa Rukban de bike, ya ku di dorpêçeke tund de ye ji aliyê rijêma Esed û rûsiya ve, ku ew yek bû sedema mirina bidehên kesan ji encama kêmbûna guhdana pizîşkî û birçîna.
Şêniyên kampê ji berî niha jî daxwaz ji Washington û Yekîtiya Ewropayê kiribûn, ji bo destwerdanê bikin ji bo parastina şêniyên kampê, û nehêlin bibin nêçîra rejîma Esed û hevalbenda wê Rûsya, û dûpat kiribûn li ser pêwîstiya ku hêzên Esed û Rûsya nema karibin xwarin û dermên wek çekekî li dijî şêniyên kampê bi kar bînin, ji bo wan neçarî vegera deverên kontrola rejîmê bikin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî