Rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî tîmeke nû damezirand tako aliyê çekên qedexekirî li Sûriyê bikar anîne destnîşan bike, û vekolînê di neh êrîşên di salên bûrî çêbûne de bike, û ji wan jî êrîşên bi çekên kîmawî li ser bajarê Dûma.
Tîma nû ya rêkxistina çekên kîmawî hûrbîniyê dide cihê ku êrîşên kîmawî lê pêk hatine, ya mîkanîzma hevbeş ya Netewên Yekgirtî û rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî aliyên bikar anîne destnîşan nekirine, ya ko ji sala 2015 de ye.
Alava vekolîna navdewletî di zincîra raportên xwe yên wê hingê de, gihiştiye wê encamê ku rêjîma Esed gaza Sarîn ya damaran û kilor wekû çek bikar anîne, û rêkxistina Daiş gaza xerdel li meydanên pevçûnan bikar aniye.
Rêkxistinê di raporta xwe ya 1 adarê de destnîşan kir ko êrîş bi çekên kîmawî li Dûma çêbûne, û dibe bi xaza kilorê bin, lê aliyê berpirsiyar destnîşan nekir, her weha rêkxistina mafnasiyê tekez kir ko rêjîma Esed di ber wê bûyerê de berpirsiyar e, ya ko bi dehên qurbaniyên wê hebûn tevlî jin û zarokan.
Balyoza Keneda ya li bal rêkxistina qedexekirina çekên kîmawî ,Sabîn Nolk, di beşdarbûna xwe ya di civînên rêkxistinê de li Lahay vê hefteyê, destnîşan kir ko rêjîma Esed hêj ‘’bimebest’’ derewan dike, derbarê berdewamiya hebûna çekên kîmawî di depoyên wê de, tev ko Rûsya soz da ko çavdêriya wê bike û hemû çekan radest bike ji bo têkbirinê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, dîsa tekez kir ko giring e hemû berpirsiyarên wan êrîşan bo dadgeha tawanên navdewletî bêne pêşkêşkirin û sizadan, û destnîşan kir ko dema bikaranîna çekên kîmawî ferman ji kesên pilebilind ên rêjîmê dihet.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Ruter