Di encama Çar teqînan de li parêzgeha Hesekê roja Pêncşemê 11-7-2019 zêdeyî 10 kesan birîndar bûn.
Sibeha roja Pêncşemê Sê teqîn li bajarê hesekê rû dan, û di encamê de 4 kes birîndar bûn li gor agahiyên peyamnêrê malpera Hevbendiyê li bajarê Hesekê yê diyar kir ku “hersî teqîn bi riya Motosîklên bumbekirî hatin encamdan”.
Peyamnêrê me diyar kir ku yek ji wan teqînan rêbendeke hêzên Sotoro di navbera taxa Kelasê û Tilhecer armanc kir.
Di heman rojê de li hember dêra Elseyda Elezraa li bajarê Qamişlo otombîlek bumbekirî teqiya û di encamê de 8 kes birîndar bûn.
Peyamnêrê malpera Hevbendiyê bal kişand ku “tevaya birîndaran ji bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin, û rewşa tevan aram e, lê teqînê ziyaneke mezin gihand dêrê û malên derdorê”.
Tê zanîn ku ev demeke dirêj e teqînên bi vî şêweyî li parêzgeha Hesekê rû nedane, û ta vê gavê tu alî teqîn li xwe negirtiye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî