Hevrêzên şoreşa Sûriyê û kombenda girtî û windayên zindana Seydnaya li Istanbulê, daxwaza derketina xwepêşandanekê di roja înê de kirin, ji bo tawankariyên rêjîma Esed derheqê girtiyan, û lîsteyên ko rêjîmê radestî navendên nifûsan kirine û mirina bi hezaran girtî diyar dikin pirotesto bikin.
Daxwaz li jêr navnîşana ‘’roja hêrsê ji bo qurbaniyên girtinê li zindanê Esed ‘’, û çalakvanên Sûrî û rêkxistinên mafnasiyê daxwaza hatina kolana Istiqlalê li bajarê Istanbul kirin, ji bo di xwepêşindanê de beşdar bibin, û dengê girtiyên di zindanan de mane bigihînin, û tawankariyên rêjîmê û awayên têkbirina azadî û devgirtinê aşkere bikin.
Hefteyên borî rêjîmê lîsteyên bi navên hezarên qurbaniyên êşkencedanê ji birêveberiyên nifûsên hemû parêzgehan re rêkirine. Nedîm Horî birêveberê pirogramê tiroristî û têkbirina tiroristiyê ya rêkxistina Human Rights Wotch got: ‘’ di hefteyên borî de bi sedên malbatan nas kirin ko mirovên wan yên li girtîgehên rêjîmê li navendên girtinê yên desthilatê mirine, û bal kişand ser ko wan belgeyin rotînî ji fermanberiya Sûrî xwestin, û pir nûçeyek giran û diltezên bû bo wan, dema nas kirin ko ew wek miriyan hatine tomarkirin.‘’
Horî tekez kir ko ‘’ divê rê neyê dan bo rêjîmê ko ji sizayan rizgar bibe, û daxwaz kir ko vekolînin serbixwe bibin, û lêpirsîn li ser bêserûşûnkirina nerewa û mirina li zindanan çêbibe.‘’
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Bedir Camûs, gotibû ko tişta di zindanên rêjîmê de dibe, mezinbûna tawankariyên dijî mirovîniyê di hindirê zindanên Esed de diyar dike, û destnîşan kir ko ew karvedanên tolhildanê ne ji aliyê rêjîmê de, li dijî kesên di şoreşê de beşdar bûne.
Bêtir got ku berdewamkirina van tawankariyan, ji civaka navdewletî re tekez dike ko rêjîma Esed jidil bi netewên yekgirtî û biryarên navdewletî yên taybet bo Sûriyê re kar nake, û daxwaz ji komîta vekolînên navdewletî kir ko vekolînê di van tawankariyan de bike, û wan tevli bi hezaran tawankariyên rêjîmê yên salên borî bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî