Çalakvanan ji bajarê Hesekê duhî çarşembê tekez kirine ko lîstikvanê yana Cezîrê Mehmûd Elî bi êşkenceyê di girtîgehên rêjîma Esed de jiyana xwe jidest daye, piştî çendîn salên windabûnê.
Tê zanîn ko hêzên ewlekariyê ew li bazara bajarê Hesekê berî pênc salan girt, û îro navê wî di nav yên ko jiyana xwe bi êşkenceyê jidest dane hatiye belavkirin.
Çalakvanan wêneyê Mehmûd Elî belav kirine, piştî ko navê wî di nav lîsteya qurbaniyên girtîgehên Esed hat, yên bo birêveberiya nifûsê hatine radestkirin.
Elelî berî pênc salan ji hêla ewlekariya Esed li bajarê Hesekê hat girtin, û ew birin zindana Seydnaya ya leşkerî, û li wir bi êşkenceyê jiyana xwe jidest daye.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, dibîne ko hatina navê lîstikvanan di lîsteyên kuştiyên bi lşkenceyê de, tekez dike ko tu kes awarte li bal rêjîmê nîn e, û kî li ser xaka Sûriyê bijî , heye bê girtin, û bi êşkenceyê li şaxên ewlekariya rêjîmê bête kuştin.
Berê jî toreya Sûriyê ya mafên microvan, şehîdbûna 253 werzişvanan di girtîgehên Esed de û bi fîşekên milîtanên wî belgeh kirine, ji nav wan Cîhad Qesab lîstikvanê bijarteya Sûriyê û yana Elkeramê ya goga pê, û Lûey Elumer lîstikvanê yana Elkeramê ya Humsê, û Zekeriya Yûsif lîstikvanê yana Elitihad ya goga pê ya Helebê, û Iyad Qiwêdir lîstikvanê yana Elwehdê ya Şamê, yê ko mirina wî bi êşkenceyê li şaxê 215, di wêneyên ko ‘’ Qeyser ‘’ efserê cudabûyî belav kiribûn hate naskirin.
Toreyê destnîşan kir ko hêj bi sedan werzişvan di zindanên rêjîma Esed de hene, bê ko mirovên wan tiştekî li ser çarenivîsa wan zanibin, û ji wan Tariq Edulheq lîstikvanê yana Tişrîn ya goga pê, û Amir Hac Haşim û Ehmed Elayiq lîstikvanê yana Elkeramê û Beşîr Ebas lîstikvanê yana Elşû’lê ya goga dest.
Jêder: Beşê Kurdî yê Ofêsa Ragehandina Hevbendiyê/Yekîtî Medya