Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf digel şandyarê Holandî bo Opozisyona Sûriyê balyoz Cîrard Stîk û şêwirdarê siyasî Fîrhak Ranko ji bo pêşveçûnên meydanî û siyasî li Sûriyê gengeşe bikin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf derbarê rewşa hundirîn diyar kir ko desthilata Sûrî ya demkî tev li karînên wê yên lawaz çendîn serkeftin bidest xistine ko xizmeta niştecihên herêmên rizgarkirî dike, û daxwaz ji Holenda kir ko piştgiriya pirojeyên desthilata demkî bike yên ji bo pêkanîna xizmetên bingehîn, piştî ko rêjîma Esed hemû jêrxanên wê wêran kirine û got: “em ji desthilata welatê we divên ko piştgiriya pirojeyên herêmên rizgarkirî bike yên ji bo sivikkirina derdê miletê Sûrî.”
Sêf diyar kir ku peymanên ko ji civînên li paytexta Kazixistanê çêdibin nabe ko çi rola Îranê tê de hebe, û tekez kir ko pêvajoya Astane nakeve şûna ya Cinêvê.
Bêtir got: “tirsa me ji peymana Astane ya dawî ko Kantonên dûrîhev damezirînin, û ev rê li ber parçekirina Sûriyê vedike.”
Li hevdîtinê herdu endamên desteya siyasî Ehmed Seyid Yûsif û Yasir Elferhan amade bûn û kesên amadebûyî li ser mijara pêşkêşkirina xizmetan ji niştecihên herêmên rizgarkirî re û yekîtiya xaka Sûriyê biparêzin û ewlkekarî û aramiyê lê vegerînin axivîn.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî