Gera şeşemîn ya danûstandinên Jinêvê bi dawî hat, bêyî ku behsa her çar mijarên ku şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora ragihandibûn bibe, û Encûmena Niştimanî ya Kurd belgenameya desteya bilind ya danustandinan red kir, û ragihand ku ew bi wê belgeyê ne pabend e, û Herêma Kurdistanê hêdî hêdî ber bi serxebûnê ve diçe, û ji aliyê meydanî ve “Hêzên Sûriya Demoqrat” hin deveran radestî hêzên Rêjîmê dikin, di dema ku Yekîtiya Demoqrat şerê xwe yê dijî kadro û endamên Encûmena Niştimanî Ya Kurd gurtir dike.
Der barê babetên ku me li jor behsa wan kir, û ji bo şirovekirina mijarên meydanî û siyasî û bersivdana pirsên rojane, beşê Kurdî ji ofîsa ragihandinê ya Hevbendiyê ev dîdar bi endazyar û nivîskar Zagros Amedî re pêkanî.
Di baweriya te de Dî Mistora dixwaze danûstandinên Jinêvê dirêj bike, yan jî herdû aliyên danustandkar heta vê saetê ne hazir in ji bo danustandinê, tevî lidarxistina şeş gerên danustandinên Jinêvê.
Danûstandinên Jinêvê ne zêdeyî şanoyeke pêkenok e, ku ji çend beşan hatye çêkirin, ji ber ku ev rêjîm danustandin pêre nabe, û ewê yan wek xwe bimîne yan jî wê bi yekcarî hilweşe, xwezaya rêjîmên dîktator ev e, û tê bîra me ku ev Rêjîm dikir ku hilweşe berî destêwerdana Rûsya, û tevî wilo jî danustandin ne dikirin, ji ber vê yekî ev danustandin ti sûda wan tune ye, û herdû kilîtên çareserkirinê ne li Jinêvê ne, lê belê yek di bêrîka Tramp deye û ya din di bêrîka Potîn de ye.
Hêzên Sûriya Demoqrat û hin ketîbeyên din yên çekdar, hin navçeyên xwe yên ku DAIŞ ji wan derketiye radestî Rêjîmê kirine, di nerîna te de nexşeyeke rê ya ne ragihandî ji aliyê Netewên Yekbûyî ve tê amadekirin û aliyên din ne bi kêfa xwe astên daxwazên xwe kêm bikin û bipejirînin?
Ez bawer nakim ku Netewên Yekbûyî tu nexşeyên rê amade dike, lê ne dûre ku wek lihevkirinekê di navbera Waşinton û Mosko de der barê vî tiştî hebe, û dibe ku şêweyê vê lihevkirinê bi Tramp re bê zelalkirin di heyvên bên de, yan jî dibe ku hin surprayzin nepêşbînkirî derkevin, ku hemû xwendina me ya niha biguherin, Sûriya heta niha di metirsiyê de ye.
Di nerîna te de ragihandina Encûmena Niştimanî ne pabendiya wê bi belgenameya çarçoveya cîbecîkirinê ya desteya bilind ya danûstandinan bêyî guhertinên ku Encûmenê pêşniyaz kiribûn, wê bandoreke nerênî li peywendiya wê ya bi Hevbendiyê re bike?an berovajî wê yekê, wê ortaxeke rasteqîn be di armanc û pirogramên xwe de ji aliyê Rikberiyê ve?
Hevbendî bêyî Hebûna Kurdî wê pir qels xwiya bike, û ez ne bawer im ku wê tu bandrên nerênî di peywendiya herdû aliyan de derkevin, berovajî vê yekê wek te got wê ortaxeke rasteqîn be.
Hevpeymanê Îranî wek laşekî siyasî nepejirandî û dorpêçkirî xwuyakir, ne ji aliyê Amerîka tenê ve lê belê ji aliyê dewletên mezin yên herêmê ve , û pirs ev e: gelo wê kengî Partiya Yekîtiya Demoqrat karibe ji girêdana çarenivîsa xwe bi ya Tehranê xelas bibe?
Dema ku karibe ji girêdana çarenûsa xwe bi serkirdeyên Qendîlê yên hêvîşikestî xelas bibe, yan dema Karkerên Kurdistanê peywendiya xwe bi Tehranê re bi dawî bike, û dema ku Yekîtiya Demoqrat têkiliyên xwe bi Tehranê re qut bike, lê xwuyaye ku tu qutbirîna têkiliyan çênabe bêyî ku pirojeyê Nûheyva Şî’î têk biçe, û di dawiyê de wê ev yek pêk bê, ji ber ku ne Amerîka û ne jî Rûsiya nahêlin ku hêza Îranê di deverê de xurtit bibe, û rê nadin ji bo pêkanîna vî pirojeyî.
Gelo çima Partiya Yekîtiya Demoqrat dest ji duruşma serxwebûna Kurdistanê berda, û bû astengiyek mezin ji bo wê, piştî ku bihezaran şehîd dan di ber vê duruşmê de?
Têkçûnên wê yên li pey hev hiştin ku dest ji duruûma serxwebûna Kurdistanê berde, û nemaze piştî girtina serok Ocelan, û ji tevgerek Kurdî ya azadîdîxwaza çeb hat guhertin ber bi tevgerek ku di siyaseta xwe û girêdanên xwe yên bi “rêjîma Sûrî û Îranî û hin şepêlên Şî’î yên Iraqî”de bi olperestî û mezhebî tevdigere, û ji ber vê yekê ew bû asteng li pêşya rizgarkirina Kurdistanê, û bi vê yekê vê Partiyê xwe xist davek metirsêdar de, dibe ku carek din parçe bibe, lê vê carê wê ne wek carên din be.
Tu çawa tiştên ku partiya Yekîtiya Demoqrat navê destkeft li wan dike li deverên Kurdî li Sûriyê piştî hevrêziya bi Rêjîmê re dibînî?
Ew destkeft girêdayên rewşin taybet in, û dema ew rewş bên guhertin wê xwezaya wan destkeftan bê guhertin û dibe ku bi yekcarî wenda bibin, ku ew Partî di vê yekê de tênegihêje û li rêbaza xwe û reftarên xwe venegere, û ez bawer nakim ku ev Partî karîn û ne jî niyet li ba hebe ku di vê yekê de têbighêje, ji ber ku mejiyê doxmayî yê vê partiyê di danustandina bi ketwarê siyasî yê kurdî re mejîyekî zordarî ye.
Te got ku ji bilî setemkariyê tiştek ji mejiyê adyolojîk û tekrew dernayê, û dest ji tundutûjiyê bernade ji ber ku hebûn û berdewamiya wî bi tundutûjiyê ve girêdayî ye, gelo ev tê wê wateyê ku kiryarên Partiya Yekîtiya Demoqrat ew ji xwezaya mejiyê wê der tên û kesê wê gur bike li ser kiryaran xerab tune ye?
Piraniya kiryarên wê ji encama danustandina wê ya hişk in, bi sedema binyada mejiyê wê yê yekalî û tekrew e, her weha bi sedema têkiliya wê bi Karkerê Kurdistanê re ye, carinan kiryarên wê pêkanîna daxwazên Rêjîmê ne, li gor ku tê xwuyakirin ew ji ber rêkeftinekê di navbera Karkerê Kurdistanê û Rêjîma Sûrî de ye.
Di nerîna te de çima Yekîtiya Demoqrat hemû fesîle û yekîniyên leşkerî, ku karê wan û navûdengê wan çawa bin jî wan dibejirîne, û amade ye ku bi wan re bide û bistîne, lê ew bi yekcarî derbasbûna hêzên pêşmerge ji bo deverên wan napejirîne?
Sedem ev in, tirsa wê ji guherîna terazûya hêzan e, her weha zêdebûna hejmara pêşmergeyan ku wê di heyvekê de ji 5 hezaran ber bi 50 hezarî yan bêhtir jî, û tirsa ji bazdana gelek endamên yekîneyên xwe û tevlîbûna wan bo rêzên pêşmergeyan, her weha tirsa wê ji çêbûna hêzek leşkerî ya Encumena Niştimanî ya Kurd, ji ber ku wê ew hêz desthilata wan kêm bike û ev yek wê bihêle ku ew nema karibe xwediya biryara siyasî ya kurdî li Sûriyê be, û bi rastî di vê mijarê de ev partî û Qendîl û Rêjîm lihev in.
Çi hiştiye tu birame ku bidûrketina Turkiyê ji Aweropa ne di bercewendiya Kurdan de ye? Ne tenê wilo, tu henekê xwe bi kesên ku kêfa wan bi nakokiyên di navbera Turkiya û Awropa de tê dike?
Dûrketina Turkika ji Awropa wê ji pabendiyên wê yên Demoqratî rizgar dike, bi taybetî der barê mafê kêmnetewan û mafê mirov ya di navbera herdû aliyan de ye, û ev yek ne di bercewendiya kurdan de ye, û eger Turkiya nêzîkî Rûsiya û Sîn bû, û ev yek pir pêşbînkirî ye, bi taybetî piştî peymana vejînkirina riya Herîr ya kevin, û ev yek wê peywendiyên Turkiya û Sîn û dewletên Qefqaz yên bi koka xwe Turk in û nêzîkî dîktatoriyetê ne xurt bike, û fişara Aoropa der barê maf û azadiyan li ser Turkiyê wê qels bibe.
Gelo çima her ku Herêma Kurdistanê gavin bi rastî bi aliyê serxwebûnê ve tavêje, Yekîtiya Demoqrat şerê xwe yê li dijî kadro û serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî gurtir dike?
Ji ber ku kadroyên Encûmena Niştimanî ew nûnerên herî bi cemawer û pejirandî ne, û ew metirsiyê li ser desthilata partiya Yekîtiya Demoqrat ya zordar çêdikin, û bê guman serxwebûna Herêma Kurdistanê wê cih û hêza van kadroyên niştimanperwer xurtir bike , ji ber vê yekê desthilata bi kotekî hewl dide dibin bandora nexweşiya desthilatdariyê şerê van kadroyan bike û bê sedem wan serkut bike.
Pirsek dawî, çawa te û dektor Ferhad Pîrbal kariye bi vê zelaliyê helwesta xwe ji mirina Noşêrwan Mistefa ragihînin û hûn bêjin ku em li ber koçadawîkirina wî nakevin?
Dema min nerîna xwe di Noşêrwan Mistefa de bi şîweyekî mecazî da, ne ji ber ku ez sivkatiyê bi miriyekî bikim wek ku hin diramin, lê min xwest ez şêweyê ramanên xwe yên taybet dûrî dûvçûna li pey şepêla nerînan, der barê kesayetiyekê ku bi çarenûsa xelkê dilîst diyar bikim, û ji ber ku ez jî yek ji wê xelkê me yên ku bi nerînên wî bi çarenûsa wan hat lîstin, min dît ku ji mafê min e ez nerîna xwe di siyaset û karên vî kesî de bidim çi sax be an jî mirî be tu cudahî tuneye.