Yekîtiya Ewropî doh duşembê dema sizayan li ser rêjîma Esed dirêjtir kir heta meha cehzerana sala dahatî her weha Yekîtiya Ewropî sê kesayetiyên nû li lîsteyê zêde kirin.
Yekîtiyê di daxuyaniya xwe de got ko ewê navê sê wezîrên rêjîmê li lîsteya sizayan zêde kirine, û pêzanînan li ser kesayetî û firakisyonên din yên di lîsteya ko nuha 240 kes û 67 firakisyon in kom dike. Ev siza wek bersivekê ne li ser tundûtujiya ko rêjîma Esed ji şeş salan ve li dijî niştecihên sivîl li Sûriyê dike.
Sizayên Yekîtiya Ewropî bi nehêlana anîna patrolê ji rêjîmê re, hwer weha hemû cûreyên sotemeniyê , û qedexekirina li ser weberhênanê û bilokirina pereyên banka navendî ya Sûrî li dewletên Yekîtiya Ewropî.
Her weha sizayên Ewropî bi qedexekirina şandina teknolociyên ko bi du şêweyan tên bikaranîn, û alavên ku Internet û telefonan dixin bin çavan de.
Daxuyaniya Yekîtiya Ewropî diyar kir ko hêj bi dîtina çareserkirina siyasî ya herdemî li Sûriyê pabend e. û destnîşan kir ko ewê berdewam bin di gihantina alîkariyên mirovî de ji bo hemû Sûriyên dorpêçkirî û yên li herêmên gihaştina wan zehmet e.
Yekîtiya Ewropî di 14ê çêriya paşî sala 2016ê siza dabûn ser 18 berpirsiyarên rêjîma Esed yên ko di zordarî û tundûtûjiya rêjîma Esed ji sala 2011ê ve li dijî sivîlan dike de beşdar in.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî/Acans