Sekreterê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Abdel Basset Abdel Latif, îro, civînek berfireh ligel Komîteya Hecê ya Bilind a Sûrî pêk anî, û bi wan re li ser amadekariyên ji bo demsala Hecê, û pêvajoyên tomarkirinê yên li hemî ofîsan hene, axivî.
Civîn bi amadebûna Rêveberê Komîta Hacê ya Sûrî, birêz Samer Bayrakdar, endamên Komîteya Hacê û endamên Komîteya Çavdêriyê, hat lidarxistin.
Sekreterê Giştî yê Hevbendiyê, yê cîgirê serokê Komîteya Hecê ya Bilind e jî, di civînê de behsa serdana xwe ya Erebistana Siûdî û imzakirina girêbestan kir, her weha li ser civînên cuda yên teknîkî li gel Wezareta Hec û Umreyê û dezgehên din yên çavdêrên hecê rawestiya.
Û wî spasiya Erebistana Siûdî li ser hêsankariyên ji hecîyên Sûrî re peyda kirine kir, her weha wî spasiyên Keyaniya Erebistana Siûdî, Wezîrê Hacî Saudî, û berpirsên Siûdî gihandin hemî karker û çavdêrên Haca Sûrî, û pesnê xebata wan û qehremaniya wan da, ji ber xweragiriya wan li hember pirsgirêkên mezin ên tên pêşiya karê wan, û tekeziya xwe dubare kirin ku ew Komîteya Hecê ya Bilind a Sûrî yek ji çêtirîn komîteyên rêxerên Hacê dibînin.
Beşdaran nîqaş li ser pirsgirêk û astengiyên ku dibe têkevin riya rêxistina hecê, û çêtirîn mekanîzmayên ji bo çareserkirin û têkbirina wan, kirin.
Sekreterê giştî civînek dî pêk anî ku tê de Endamê Desteya Bilind a Haca Sûrî û endamên Komîteya çavdêriyê, gengeşe li ser qanûnên rêxstinkirina Haca Sûrî ya îsal kirin, û wan tekez kir ku bi hevra bixebitin da asta rêvebirina karûberê Hacê pêşde bibin.
Dûv re wan rêjeya tomarkirina îsal li hemû ofîsên Heca Sûrî li tevaya welatan nirxandin, û ligel salên berê berhev kirin.
Hêjayî balkişandinê ye ku Komîteya Hecê ya Bilind a Sûrî ya girêdayî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, berî çend rojan, derî ji bo tomarkirina Hecacên Sûrî yên sala 1441 K – 2020z vekir, û tê pêşbînîkirin ku qeydkirin roja 13-ê sibatê bidawî bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî