Tîma Hevrîzkarên Bersivdanê, da xwiyakirin ku 313 sivîl li Idlib û gundewarê wê bûne qurbanî, ji destpêka oberasyona leşkerî ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya ve li ser deverê, ji 2ê çirîya paşîn 2019 ve ta îmzekirina peymana agirbestê.
Tîmê destnîşan kir ku 100 zarok û pênc ji xwebexşên di warê mirovahî de dixebitin di nav qurbaniyan de hene, û destnîşan kir ku jimara qurbaniyên belgekirî di dema operasyona leşkerî de gihîşt 1834 kesî, û got ku hejmara malbatên koçber ji hemû herêman bi sedema helmeta leşkerî ji hêla Esed û hêzên dagirker ên Rûsyayê ve gihîşte 382466 kesî, anku (67,104 malbat).
Di raporê de hat ku hejmara dever û binesaziyên di dema helmeta leşkerî de wêran bûne gihîştiye 169 avahiyan, û ew zirar bi riya armanckirinên rasterast û yên nerasterast de çêbûn, û ziyanên madî yên li deverê bûne ji encama helmetê zêdetir ji 322 mîlyon dolar bû.
Tîmê daxwaz ji welatên garantorên agirbestê kir, agirbestê biparêzin da ewlehî ji bo vegra mirovên derbiderbûyî yên hejmara wan nêzî milyon û nîvekî ye dabîn bibe, û gazî wan kir ji bo agirbestê bidomînin da ku vegera ewle ya koçberan peyda bikin, jiber ew rastî êşên mezin di heyama koçberiya berê de hatine.
Û rapora Hevrêzkarên Bersivdanê , bang li welatên garantor kir da zextê li rêjîma Esed bikin, da ku binpêkirinan rawestîne, û hişyarî da ji vegera operasyonên leşkerî li deverê, ji ber ku dibe pêlên debideriyê ji yên berê mezintir çêbibin, û bang li sazî û dezgehên mirovahî kir, ku dest bi bizavê bu gund û bajarên dest bi vegerê kirine bikin, ji bo arîkariya lezgîn ji wan re peyda bikin .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî