Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdul Rehman Mistefa, da zanîn ku tişta li kampa El-Rikban ya li nêzîkî sinorê Urdunê dibe “Zêdegaviyek e dorpêçkirina nû” ji aliyê Rûsya û rejîmê dît, û bal kişand ku ew riyên alîkariyên ji bo koçberan digirin bi armanca “şikandina vîna wan û koçberkirina wan careke din ber çarenivîseke nediyar”.
Mistefa got ku 50 hezar sivîl “Di vê kampê li çolê di bin mercên pir xerab de dorpêçkirî ne”, û tekez kir ku pêvajoya dorpêçkirinê amdehiya ” Qirkirinekê ye li ber çavên cîhana bêdeng “.
Ji aliyê xwe ve, komsiyona sivîl li kampa El-Rikban duhî li roja yekşemê li ser malparên mediya civakî di daxuyaniyekê de, bang li Konseya Ewlekariyê û komela giştî ya Netewên Yekbûyî kir ji bo peydakirina parastineke navnetewî ji niştecîhên kampê re.
Komîsyona Sivîl ya kampê bang li konseya Ewlekariyê û komeleya giştî ya NY kir ji bo fişaran bêxe li ser hêzên rejîma Esed û Rûsya û milîsên mezhebî, ji bo rakirina dorpêçkirina li ser kampê, û daxwaza vekirina korîdoran ji bo kampê ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya ji Hevpeymaniya Navnetewî kir.
Komîsyona sivîl civaka navnetewî bi “rêkeftina” ligel serokê rejîma Beşar Esed tohmetbar kir, û got ku mirina zarok û jin û kalemêran û bêdengiya navnetewî “Şermek e ji bo mirovahiyê “.
Komîsyona sivîl di daxuyaniyekê de li ser medyaya civakî, got ku armanc ji vekirina korîdoran dabînkirina xwestek û pêdawîstiyên koçberan e, û ji bo ku koçber ji fişarên rejîmê û Rûsya xelas bibin.
Tê zanîn ku kampa El-Rikban her ji destpêka heyva çotmeha par ve ji aliyê hêzên rejîma Esed dorpêçkirî ye, û rê li pêşiya derbasbûna xwarin û derman digirin, hevdem ligel gaziyên rêveberiya kampê ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo bêhtir 50 hezar kesên di hundir kampê de yên di rewşên mirovî ên zehmet de dijîn, ku gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan, ji ber kêmbûna derman û saxlemiyê.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî jî, di daxuyaneke xwe ya pêştir de daxwaza rizgarkirina kocberên sûrî yên di kampan de ji Netewên Yekgirtî kiribû, û dabû zanîn ku rejîm li ser pêkanîna “projeyê birçîkirinê” li dijî nişetcîhên kampê dixebite.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî