Karê hemû dibistan û peymangehên giştî û taybet li seranserî bajarê Seraqib li başûrê parêzgeha Idlibê, ji bo pênc rojan hatiye rawestandin, ji ber êrîşên esmanî û topbarankirina taxên nişteciyan ji aliyê hêzên rejîmê bi top û mûşekan.
Li gor çalakvanên ji deverê ku rawestindina karê hemû dibistan û peymangehên taybet û giştî dê berdewam be heta roja şembiyê 2’ê meha adara bê, û diyar kirin ku rawestandina karê van dibistanan girêdayî rewşa ewlekariyê û rawestandina topbarana hêzên Esed ya bi top û mûşekan li ser deverê.
Çalakvanan diyar kir ku heta niha kar li 234 dibistanan hatiye rawestandin, ku li ser 3 komelgehên perwerdeyî hatine belavkirin, 2 ji wan li “Xanşîxon” û “Me’rt el-Ni’hman” û beşek li “Kefr Nibl”.
Çalakvanan diyar kir ku ziyan gihiştine zêdetir ji 79 hezar xwendekaran bi sedema daxistina van dibistanan, û tê çavrêkirin ku bidwaîkirina bernameyê xwendinê û cêbicêkirina pilana xwendinê bo demekê paş bikeve, zêdebarî bandora vê yekê li ser rewşa derûnî ya xwendevanan, û dibe ku ev yek kartêkirineke bi giştî li ser xwendevanan bike.
Ku piraniya dibistanên bajarê “Circinaz” li başûrê Idlibê, herweha gelek dibistanên “Me’rt el-Ni’hman” hatine topbaeankirin, û tevî ziyanên li komelgehên perwerdeyê û hejmarek ji dibistanên bajarê “Xanşîxon” bûne, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê ev yek bi belgeyekê piştrast dît li ser armanckirina taxên nişteciyan bi awayekî bi mebest ji aliyê hêzên rejîmê û hevalbendên wê, bi armanca tirsandina welatiyên sivîl.
Hevbendiya Niştimanî dubarekirina topbarana li ser dibistan û taxên nişteciyan şermezar kir, û bang li civaka navnetewî kir ji bo rê li pêşiya kiryarên hêzên rejîmê bigirin, û kesên berpirsiyar siza bikin li ser van tawanên berdewam li dijî zarokên dibistanan û xizmên wan.
Ku deverên berfireh ji deşta Idlibê bi top û mûşekan ji çend rojan ve ji aliyê hêzên rejîmê têne topbarankirin, û ev êrîş bûne sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek welatiyên sivîl û wêrankirina mal û milkê xelkê û jikarketina dibistanan, tevî peymana Idlibê li ser deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê