Thursday, 08 August 2019 22:12

Spasnameyek ji Serokê Hevbendiyê ji Şahê Erebistana Siûdî re li ser Bexşîna Şahane ya Daye Heciyên Sûrî

Enes Abda, Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, spasiya Şahê Erebistana Siûdî kir li ser dayîna şahane ji 200 hecîyên Sûrî re, da ku bigehêjin karwanê heciyên Sûrî di çend demjimêrên bê de.

Serokê Hevbendiyê îro supasînameyek da Şahê Erebistana Siûdî li ser helwestên birûmet yên Erebistana Siûdî yên piştevaniya şoreşa Sûrî û gelên wê li hember komkujiyên ji aliyê rêjîma Esed û hevalbendên wê û milîsên Iranî yên hevkarên wê.

Abda di nameya xwe de diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî giringiyek mezin dide biratiyê û têkeliyên herî baş bi Erebistana Siûdî re, û ew her dem dixwaze van têkiliyan xurtir bike ji bo xizmeta herdu gelên bira, di heman demê de spasiya hewildanên Erebistanê kir li ser pêşkêşkirina piştgiriyê ji gelê Sûriyê re li ser hemû astên mirovahî û siyasî.

Abda bal kişand li ser rola Erebistana Siûdî di piştevaniya Komîteya Hecê ye Bilind ya Sûrî de, ku wê karî di salên borî de xizmeteke baş ji hecîyên Sûrî yên li hemû deveran re pêşkêş bike.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Spasnameyek ji Serokê Hevbendiyê ji Şahê Erebistana Siûdî re li ser Bexşîna Şahane ya Daye Heciyên Sûrî