Li navenda bajarê Efrinê , îro pêncşembê 8/8/2019 motosîkleke bombekirî teqiya, di encamê de zarokek û du welatiyên sîvîl jiyana xwe ji dest dan û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Çalakvan Mihmed Hesen ji malpera me re ragihand ku di encama teqîna motorsîklekî bombekirî de li hindir bajarê Efrînê zarokekî û du welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 11 kesên din jî birîndar bûn.
Hesen tekez kir ku xelkê hatî kuştin û birîndar bûn hemû sivîlbûn û got: Diyarbû ku armanca teqînê kuştin û tirsandina xelkê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî