Encûmena Kalemêrên Emrîkî yasaya Qeyser ya ji bo ferzkirina sizayên berfireh dijî rêjîma Esed û piştgirên wê pesend kir, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko ev “Pêngaveke bi aliyê durist ve ye”.
Yasaya roja sêşembê ji aliyê encûmenê deng li ser hate dan, 77 dengên erêkirinê anîn himber 23 dengên li dij, li gora acansan anîn ziman.
Yasa li hêviya Encûmena Cîgiran e, ji bo dariştina wê ya dawî, û paşre bo serokê Emerîkî bête pêşkêşkirin ji bo imzekirinê, da têkeve warê cîbicîkirinê, û li gora çavdêran, ew dê rêjîma Esed û piştgirên wê têkin bin fişarekê de, çimkî ew sizayan dide ser her aliyên ko danûstandina abûrî digel rêjîmê bikin, an piştgiriya darayî di pirojeyên avakirinê de yên rêjîm wan birêve dibe jê re bikin.
Her weha pirojeyê yasayê sizayan dide ser biyaniyên karmend yên girêbestên leşkerî pê re imza kirine, an milîtanên li kêlekê şer dikin, an yên li şûna wê li ser xaka Sûriyê şer dikin, wek Rûsya û Îranê.
Yasa lîsteyeke navên berpirsiyarên rêjîmê ku Beşar û jina wî Esma jî tê de ne derxist, û her weha berpirsên ewlehiyê û serperiştên leşkerî yên çekên asmanî û yên ewlehiya leşkerî hem jî Banka Sûrî ya Navendî tê de ne.
Hevbendiya Niştimanî destnîşan kir ko “Ev yasa pêngavek ber bi aliyê dirist de ye, lê gereke zû cîbicî were û dereng nekeve”, û got ku divê li ser hemî tawankariyên pêk anîne, bi hemê alav û dadgehên ku derfet heye di riya wan re gilî li rêjêmê û mezinên desthilata wî li ser tewankariyên dijî gelê Sûryê pêkanîne bê rawestandin.
Û got ku girin e digel sizayên Emerîkî karin dadwerî jî hebin, da ti kes ji tewankar ji sizayan rizgar nebin, û rewş ber bi çareseriya siyasî û biryarên navdewletî û ya Cinêvê bête birin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî