Komîteya Elcezîre û Elferat di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, bi amedebûna Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, Huda Elebsî, û hejmarek ji kesên pispor di warê fêrkirinê de, workshopek derbarê rêbazên perwerdeyê yên ku Milîşyayên PYD li Rojhilatê Feratê li ser nişteciyan sepandine, ladar xist.
Û Cîgirê Serokê Hevbendiyê û Serokê Komîteyê Uqab Yehya, li ser metirsiya rêbazên ku ew Milîşya disepînin axifî, û dît ku ne yasayî ne, û ji hêla desthilatekê ku xwe bi zorê ferz kiriye hatine, ne yasayî ye û ne rewa ye, û ne li ser asta xwecihî û ne jî navdewletî kes danpêdanê pê nake, û tekez kir ku girêdayî rêxistineke di lîsteya terorê ya cîhanî de ye.
Û bal kişand ku rêbazên milîsên PYD bi mebest navê nivîskar û aliyên ku serperştiya wê kirine neaniye ziman, heyanî lêvegerên ku pişt pê rast kirine salix nedane, û eşkere kir ku rêbazên îdyolocî li ser hesabê rastiyên zanistî ne, hewldane ji bo çanda ku bi sedên salan di nav hemû pêkhatên gelê Sûriyê de hatiye çespandin hilweşîne.
Û got ku milîşyayên PYD dixwazin ku şêweyekî çandê li ser bingeheke siyasî ya ne zanistî bisepîne, û rastiyan di warê xaknîgariyê de sexte bike, û doza kurdî di xizmeta bercewendiyên îdyolciya van milîşyayan de bikar bîne.
Û Wezîra Perwerde û Fêrkirinê Huda Elebsî, li ser hewldanên milîşeyên PYD derbarê rewakirina hebûna xwe li pêşiya nifşên werin re di riya van rêbazên siyasî re axifî, û dît ku ew tewaneke dî ye di nav zincîra tewanên ku ew li deverê pêktîne, û tekez kir ku ew dijî yasaya navdewletî ye.
Û bal kişand ku rêbazên ku Wezareta Perwerdehiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de bikar tine, li ser bingeheke zanistî ye, lewre bawernameyên ji aliyê wê ve derketine danpêdaneke Navdewletî li Tirkiyê û Dewletên Yekîtiya Ewropa û Dewletin din bi dest xwe ve anîne.
Ji aliyê xwe ve Endamê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Welî, tekez kir ku yên pêşî rêbazên fêrkirinê yên Milîşyayên PYD ret kirine kurd bûn, û got ku ew rêbaz ji aliyê Qendîlê ve hatine sepandin, û dît ku ew derveyî vîna niştimanî ye.
Û Welî diyar kir ku milîşeyên PYD rêbazên fêrkirinê yên ku ji aliyê UNICEF ve li dibistanên Dêra Zorê û Reqayê hatibû piştraskirin ji kar xistin û yên xwe sepandin.
Û civatkaran hejmarek ji temîniyan pêşkêş kirin, û di serî de pêkanîna komîteyeke biçûk ji bo xwendina rêbazan û nirxandina dijîtiya wê ji yasayan re, û şandina yadnameyên yasayî ji Rêxistina UNICEF û Netewên Yekbûyî û Dewletên Dost re, û eşkerekirina dijîtiya wê ji yasayê re, û diyarkirina metirsiyên wan rêbazan li ser zarokan û tevna civaka sûrî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî