Daxuiyaniyeke Rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî tekez dike ku çi hilbijartinên rêjîm li deverên di bin kontirola xwe de pê radibe nerewa ne, ji ber ku ji aliyê rêjîmeke terrorist a rewaya xwe yekcar nîne, û ew ne zêdetir ji rêşûnên istixbaratî ne, ti nirxê xweyî dezgehî bi carekê tune ye, û bi rengekî cidî lê nayê nerîn, rêjîma ku ji 50 salî de li ser desaletê helbijartin nedîtne, û her tiştî ku di bin navê helbijartinan de dibin tenê rêşûnên şanyoyî ne, di bin destê desaleta ewlehî leşkerî de diqewime, û tenê tiştê hatî guhartin ew e, di demekê de ye ku nîvê gelê Sûriyê koçber bûye çêdibe, û welat di bin dagîrkeriya Rûsî û Îranî de ye, û ew heilbijartin bi serperştiya milîşeyên nandoz û Pasdarên Şoreşgerî yên Îranê dibe.
Hewildana xweşikkirina vê rêjîmê di riya vê şanoya eşkere re, dê têk biçe û biser nakeve, ji ber ku cîhan tev dizane ku ev şano tenê cihê pêkenînê ye, ji aliyê Sûriyan ve berî kesên din, û tu carî rewayê nade vê rêjîma terrorist, û tekez kir ku hebûna wê tenê girêdayî dagîrkerê biyanî û kuştin û tewanan e.
Vê rêjîma ti pejrandinên gelîrî rasteqîn ji dema ku hatî ser desaletê de wernegirtine, û îro lîsteyên berbijaran ji kesên navên xwe di lîsteyên cezayan de hatine, ji ber beşdariya wan di kuştina gelê Sûrî de.
pirosesa hilbijartinên rewa li Sûriyê, tenê ew e yaku di biryara Encûmena Ewlekarî 2254 de hatiye, ya li ser encamên pirosesa siyasî ava dibe, ta bighîne desteya hukumdariya veguhêz bi temamiya desthilatan ya serpereştiya pirosesa hilbijardinên zelal û paqij bike, daku perlemanter û serok nûnertiya gelê Sûriyê bikin û bi beşdariya tevaya Sûriyan be, û di bin serpereştiya saziyên navnetewî pirosesa hilbijartinên pak û zelal û hevseng misoger bike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Pêwendiyan
17 tîrmeh 2020