Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Nesir Elherîrî, duh êvarî pêwendiyeke telîfonî bi bavê Hemze Ecan yê ku berî 2 rojan li Borsa ya Tirkiyê canê xwe ji dest daye pêkanî, ew ciwanê sûrî yê ku hin firoşkarên bazarê êrîşî wî kiribûn.
Û Elherîrî sersaxî bi germî ji bav û malbat û hezkiriyên wî re pêşkêş kirin, û hevxemiya xwe jiber vê ziyana mezin anîn ziman, û tekez kir ku dê lêpirsînan derbarê doza wî li gel aliyîn Tirkî bişopînin, ta kujer cezayên xwe yên adilane bistînin.
Û Elherîrî, got ku herdû gelên Sûrî û Tirkî bira ne, û bi comerdî û lêborînê û bilindiya sincên xwe naskirî ne, û herdû gel vê tewanê ret dikn, û got ku baweriya me bi saziyên dadweriya Tirkiyê heye, û xwîna hemze winda nabe.
Û Serokê Hevbendiyê helwesta paqij ji aliyê Hemze û bergiriya wî di ber jina ku rastî dijminkariyê ji hêla hin eşqiyan ve li bazarê hatibû û canê xwe ji ber vê mêrxasiyê kire qurban bilind nirxand, û Elherîrî got ku ev helwest reseniya Hemze û çakiya perwerdeya wî û sincên wî yên paqij diyar dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî