Di nav helmeta navdewletî yaku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ji bo xurtkirina helwestên piştigrîya şoreşa Sûriyê pê radibe, Serokê Hevbendiya Niştimanî Dr. Nesir Elherîrî nameyek aresteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî António Guterres û Şanderê Navdewletî bo Sûriyê, Geir Pedersen û dewletên biyanî yên dostê gelê Sûriyê kir, derbarê pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê.
Û Elherîrî di nameyê de rêzdariya xwe ji rola pêşengî ya Dewletên Dostê Gelê Sûriyê wek hevpeymanên cihê baweriyê ji şoreş û gelê Sûriyê re anî ziman, û got ku hevalbendên gelê Sûriyê dostin dilsoz in bi gelê Sûriyê re di xebata wî ya rewa ji bo azadî û rûmet û dadweriyê de.
Û spasiya xwe ji ber karînên ku Dewletên Dost û gelên wan ji ber pêşwaziya wan ya gerim ji Sûriyên ji ber tewanên ku rêjîmê û milîşeyên wê pêkanîne reviyane diyar kir.
Û tekeziya Hevbendiya Niştimanî li ser baweriya xwe bi pabendiya wan dewletan bi doza gelê Sûrî ya rewa kir, û cextî li ser girîngiya gihîştina çareya siyasî ya bi temamî li Sûriyê li gorî biryara Encûmena Ewlekar 2254 kir, ji bo hêviyên gelê Sûriyê pêkbîne, û bihêle penaberên Sûrî vegerin warên xwe, û çareyekê ji kêşeya mirovahî li Sûeriyê re bi rengekî domdar misoger bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî