7’emîn bîranîna şoreşa Sûriyê ya ku di adara 2011’an de dest pê kir, ji aliyê xelkê Sûriyê ve bi tekezkirina li ser berdewamiya xebatê li dijî rijêma Esed heta bidestxistina mafên azadî û rûmetê hate vejandin.
Û ji aliyê çalakvanan ve çend xwepêşandan li navçeyên rizgarkirî û dewletên dirawse û çend paytextên Europa hatin lidarxistin, û wê xwepêşandan heta roja yekşemê 18’ê adarê berdewam bin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku bi derbasbûna şoreşa Sûriyê heştemîn sala xwe ev yek “dakokî û pêdagiriya milet ji bo bidestxistina serkeftinê û avakirina dewleteke firealî û demokrat û dijberiya terorê û pakirina welatê me ji hêz û milîsên biyanî zêdetir dike”.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji desteyên şoreşê kir ku ” divê li pêdeçûnên xwe bi şêweyekî giştî vegerin, ji bo destnîşankirina kêmûkurtiyan di riya dariştina bernameyeke kartêker ê karibe hemû astengiyan derbas bike, û kar ji bo komkirina hêzên şoreşê di çarçova beriyeke berfereh de ji bo dabînkirina daxwazên qunaxê û pêdawîstiyên paşerojê “.
Hevbendiya Niştimanî cext kir ku gelê Sûriyê bindestî û zordariyê qebûl nake û got: “em wek hemû mirovan nehezkerê şer û kuştinê ne, û em nehezkerê tepeserî û stem û zilmê ne, lewra em her rojeke nû û her saleke nû wek çavkaniyek ji hêviyan re dibînin, û em berdewam in di kar û xebat û afirandinê de bê westan”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî