Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê û gelek gundewarên wî di 26/1/2015an de, hate xuyakirin ku rêxistina DAIŞê di gelek mal û kolanan de bumbe çandine û ta niha 39 kesan ji ber teqîna bumbeyên çandî jiyana xwe jidest dane, û gelek jî birîndar bûne li gor ku Xelîl Mistefa endemê Encumana Xwecihiya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, ji me re tekez kir.
Her wiha Mistefa bi riya malpera hevbendiyê bang li saziyên pispor di rakirina mayin û bumbeyan yên navdewletî kir da ku alîkariya xelkên Kobanê bikin û bal kişand ser metirsiya mezin ya ku ev mayîn li ser jiyana xelkên Kobanê çêdikin.
Jêder: Hevbendî