Wezȋrȇ Karȇ derve ȇ Erebistana Si`ȗdȋ Si`ȗd El –Feysel li nameya serokȇ Rȗsȋ Filadimȋr Botin bo kumbita Erebȋ ya 26an ku duh karȇn xwe li Mesrȇ li Șerem El- șȇx bidawȋ kirin vegerand. El- Feysel got: ” Serokȇ Rȗsȋ li ser pirsgirȇkȇn Rojhilata Navȋn diaxive weke ku badora Rȗsya li ser tune be, wek nimȗne Sȗrya, ew li ser boblatȇn rewșa Sȗrȋ diaxivin, ȗ ew beșeke sereke ji boblatȇn vȇ rewșȇ ne, çekȇn di ser hecetȇ re didin rejȋma Sȗrȋ ta șerȇ milletȇ xwe bike, ȗ çekȇn istratȋjȋk jȋ didin rejȋmȇ”.
El –Feysel ji Mosko xwest ku rȗmetȇ ji cihana Erebȋ ȗ berjewendiyȇ xwe re li gor bȗyerȇn lidar bigre, ȗ ku hewldanȇn Mosko di pȇwendiyȇn bi Esed re li gor serastkirina lezgȋn a kirȋzeyan be, ya ku Botin di nameya xwe de bo serkirdeyȇn beșdar di kumbita Erebȋ de li ser axivȋ.
El- Feysel pirsȋ ” Em çawa dikarin tishtȇ li ber me hatiye gerandin bistȋnin, gello ew sivikirnek ji hișȇ me re ye derbarȇ berjewendiyȇn milletȇ Ereb li Sȗrȋ? Yan nehestbȗna bi boblata ku li Sȗrȋ diqewime? Ma ne ji mafȇ me ye em bipirsin, çawa doza çareya aștiyane dike, ȗ di heman demȇ de piștgiriya wȋ ji rejȋma Esed ya rewatiya xwe wenda kiriye berdewam e “, ȗ wisa berdewam kir:” Mosko doza çareya aștiyane li Sȗrȋ dike, lȇ ew piștgiriya rejȋma Sȗrȋ a ku milletȇ Sȗrȋ diqelȋne dike”.
El – Feysel di gotara xwe de ji Rȗsya xwest ku hewldanȇn wȇ di pȇwendiyȇn bi rejȋma Sȗrȋ re ” Li gor armancȇn di nameya xwe de anȋne ziman” bo serkirdeyȇn ereban be. Ȗ wisa pȇ de çȗ:” Em naxwazin dijȋ Rȗsya rawestin, yan berjewendiyȇn wȇ di ber çavan re nebin, lȇ em berjewendiyan bi Rȗsya re dixwazin ȗ em dixwazin wek welatekȋ dost ku xȇrȇ ji me re dixwaze lȇ binerin”.
Botinȇ Serok di nameya bo beșdarȇn di kumbita Erebȋ de gotibȗ, welatȇ wȋ di riya diyaloka giștȋ, ȗ lȇkolȋna lihevhatinin niștimanȋ guh dide serastkirina dadwer bo kirȋzeyȇn li Sȗrȋ, Lȋbya, ȗ Yemen.
Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ berȋ niha tekez kiribȗ ku Rȗs ne ew aliyȇn ku dikarin nȗnertiya çavdȇriya diyalokȇ bikin, ȗ Merewa berdewam kir:” Rȗs hevalbendȇn rejȋma Esed in, ji dil parastina wȋ bi hemȗ awayȇn leșkerȋ ȗ siyasȋ dikin, di kuștina milletȇ Sȗrȋ ȇ ku ji wan re bȗye mȋna dijmin beșdar bȗne”.
Jȇder: Hevbendȋ