Toreya Sûrî ya mafê mirovan got ko rêjîma Esed û hevalbendên wê di heyva çileyê paşî yê borî de 22 komkujî belgeh kirine. Û di heman demê de jî êrîşên leşkerî li ser piraniya herêmên Sûriyê bêtir bûne, û komîta vekolînan a navdewletî nîgeraniya xwe da xuyanîkirin derbarê êrîşên li ser Xûta rojhelat û Idlibê.
Toreya Sûrî ya mafên mirovan di raporta xwe ya dawî de anî ziman ku di meha bûrî de li Sûriyê, nekêmî 28 komkujiyan pêk hatine, ji nav wan 22 komkujî bi destê hêzên rêjîma Beşar û Rûsya ne.
Toreyê diyar kir ko ew kuştar bûn sedema şehîdbûna 260 sivîlî, ji nav wan 88 zarok û 71 jin bûn, anku 62% ji qurbaniyan jin û zarok in.
Pawlo Bînhîro serokê komîta vekolîna navdewletî ya serbixwe ya bi ser Netewên Yekgirtî ve bo Sûriyê got ko: ‘’ raportên ko ji Sûriyê tên cihê nîgeraniyê ne, û diyar dikin ko rêjîm guh li peymana kêmkirina şerî ya ko parastina sivîlan amanc dike nake. Û bêtir got: pabendî bi yasaya mirovî ya navdewletî têk çûye, û gerek pabendî heba û êrîş li ser bargehên bijîşkî û karmendên biwara bijîkî çênebibana ‘’ .
Û bal kişand ser ko êrîşên leşkerî li ser Xûta rojhelat qeyrana mirovî bêtir kir, û got ko dorpêç û operasiyonên bi mebest ên birçîkirina niştecihan ew bi xwe tawankariyeke navdewletî ye.
Komîtê daxwaz kir ko bi pirinsîbên bingehîn yên yasaya mirovî ya navdewletî pabendiyê bikin û hemû haydariyan bikin bo parastina sivîlan, û piştgiriya xwe bo karên xurtkirina lêpirsînê û dîtina çareserkirineke siyasî li Sûriyê tekez kir.
Her weha tekez kir ko ew hîn pabend in bi vekolînkirina hemû pinpêkirinên mafên mirovan yên ko li Sûriyê dibin, û dê wan belgeh bike, bêyî giringîdana kesê kiriye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî