Ji aliyê çalakvanan li ser malperên nûçeyên xwecihî hat diyarkirin ku sercem navendên saxlemiyê li bajar û gundên Idlibê hatine têkbirin bi sedema bombebaran û oparesyona leşkerî ya vê dawiyê ji aliyê hêzên Esed û bi piştgiriya firokên Rûsiya.
Û duhî sêşemê li ser tora nûçeyên Idlibê Amarek ji aliyê çalakvanan ve hatiye belgekirin, têde hatiye ku 15 nexweşxane û navendên saxlemiyê bi carekî hatine têkbirin û jikarketin bi sedema êrîşên firokên hêzên Esed û Rûsiya li ser navçeyê her ji 15’ê çileyê pêşiya borî heta 5’ê heyva reşemeha îsal 2018’an.
Tora “Beledînews” ya xwecihî li ser zarê endamên tora nûçeyên Idlibê belav kir ku dîtir çi cih peyda nabin ji bo pêşwaziya birîndar û nesaxan, û bal kişandin ku hin bajarok bi carekî navendên saxlemiyê li wan nema ne.
Torê gotiye ku armanckirina 15 navendên saxlemiyê bi firokan li gundewarê Idlibê bi tevahî hatiye belgekirin, ku şeş ji wan navendan li Seraqib bi tenê ne.
Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê NY li demekê pêştir 112 êrîş li ser navendên saxlemiyê li Sûriyê li sala 2017’an hatibû belgekirin, û hevdem diyar kiribû ku 13 êrîş li heyva çileya sala 2018’an bi tenê hatine pêkanîn.
Herwiha ku tora sûrî ya mafên mirov diyar kiribû ku 20 navend ji aliyê hêzên Rûsî hatine armanckirin, ji wan 8 navendên pizîşkî û 5 ambulans û 7 navendên bergiriya sivîl, hevdem ku 16 navend ji aliyê hêzên rijêmê hatine armanckirin ji wan 8 navendên pizîşkî û 2 ambulans û 6 navendên bergiriya sivîl.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî