Li ser banga xwecihiya Amudê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, welatiyên Amûdê salvegera komkujiya bajarê Amûdê roja Sêşemê 27-6-2017 li goristana Şermola bi bîr anîn.
Vejandina bîranîna komkujiya pakerwananbûna şeş kesan ji xelkên Amûdê li ser destê çekdarên PYD bi kêlîkek bê deng li ser canê pakrewanên wê komkujiyê û yên şoreşa Sûriyê dest pê kir.
Gotina ENKS ji hêla xanim Zekiya Resûl Îsa ve endama xwecihiya Amûdê hate xwendin, têde bi firehî li ser bûyerên komkujiyê û hemû hûrgiliyên wan rojên xemgîn axivî.
Di heman gotinê de Îsa ew komkujî wek gunehekî tewankarî û siyasî wesif kir, û doza komîteke vekolînê kir da ku kesên tewankar li pêşiya civakê dadgeh bibin.
Ji hêla xwe ve Mehmûd Xelo bavê pakrewan Nadir gotina malbatên pakrewanan xwend, têde tekez kir ku ev pakrewan pakrewanên şoreşa Sûriyê ne, û wî jî doza komîteke vekolînê kir da ku kesên tewankar dadgeh bibin .
Tê zanîn ku di 27 hezêrana 2013 de hêzeke mezin ji çekdarên PYD êrîşî xwepêşandaneke aştiyane kir, ya ku doza berdana girtiyên siyasî yên di zindanên PYD de dikir, û şeş kes şehîd xistin û bi dehan birîndar kirin .
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê