Wezareta derve ya Amerîka di raporekê de li ser bazirganiya bi mirovan li ser malpera xwe ya elktronî duhî roja duşemê got ku Rijêma Esed û rêxistina DAIŞ û rêxistina “PKK” zarokan neçarî leşkerbûnê dikin û wan tevlî şer û pevçûnan dikin.
Raporê diyar kiriye ku rijêma Esed “berdewam e di leşkarkirina neçarî û bikaranîna zarokan de” di şerê xwe yê li dijî gelê Sûriyê her ji sala 2011an ve.
Raporê balkişand ku rijêma Esed ” zarok neparastine û leşkerkirina wan ya neçarî û bikaranîna wan ji aliyê hikûmeta xwe û milîsên alîgirên xwe yan jî rêxistinên din yên terorîst mîna DAIŞê qedexe nekiriye”.
Herwiha di raporê de hatiye ku zarok li Îraqê jî ” rastî bikaranîna di leşkeriya neçarî de tên ji aliyê girûpên çekdar û tevî DAIŞê, ku ev yek dibe sedema ku zarok tûşî ziyanan bibin û bên desteserkirin ji aliyê hêzên ewlehiya Îraqê”.
Raporê bal kişandiye ser ku ji nav girûpên çekdar yên li Îraqê, heryek ji rêxistina DAIŞ û hêzên Heşda Şe’bî û hêzên hozên kirêgirtiyên Îranê û rêxistina PKK leşkerkirina neçarî ya zarokan bikar tînin .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî – Wekalat