Rêjîma Esed û Rûsyayê oparesyona xwe ya leşkerî li ser herêma başûr zêdetir kir, û ji aliyê helîkopterên rêjîma Esed 74 bermîlên teqîner hatin avêtin, hevdem û ligorî amarekê ji aliyê çalakvanên ji herêmê ku ji aliyê balafirên rijêmê û Rûsiya ve 30 êrîşên asîmanî hatin pêkanîn.
Ajansa “SMART” got ku ev serjimêrî ji hêla çalakvanan ve piştî têkçûna danûstandinan hat amadekirin, di navbera demjimêr çarê êvara çarşemê heta çarê şeveqa pêncşemê de.
Li gor serjimêriyê 36 bermîlên teqîner bi hilîkpoteran li bajarê Seydayê, û 18 li ser taxên Der’a Elbeled hatin avêtin, di nav de 4 bermîl bi şaşî li ser wargehên rijêmê li herêmê hatin avêtin, û 8 li ser Yadodeh û Alnamieh û şeş li Om Almiazin hatin avêtin.
Çalakvanan diyar kir ku 12 êrîş ji aliyê balafirên şer li ser bajarê Seydayê û 7 li Tafas û pênc li ser Om Almiazin û çar li Naemieh û yek li Yadodeh hatin pêkanîn.
Komîsyonerê Bilind yê karubarên Penaberan li NY (NYHCR), Filippo Grandi, diyar kir ku jiyana 750 hezar sivîlî li başûrê Sûriyê ji ber êrîşên giran yên rejîma Esed û hevalbendên wê di rîsk û metirsiyê de ye.
Grandi bang ji bo zêdekirina hewldanên rawestandina bombebaranê û dana rê li ber tîmên mirovî ji bo gihandina alîkariyên pêwîst ji bo rizgarkirina jiyana xelkê û birîndaran û peydakirina stargehan kir, her weha daxwaza çareseriya siyasî kir.
Hevdem ku kampanya leşkerî ya her ji 20’ê meha borî ve, bûye sedema mirin û birîndarbûna bi sedan kesên sivîl, di nav de jin û zarok jî hene, ji bilî wêrankirina çend nexweşxane û senterên bergiriya sivîl, û koçberkirina bi sedhezaran ji cih û warên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî