Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ku ferizkirina lihevkirineke neçarî li Dera bi fişara hêza çekan û bombebaranê; tawankariyeke cengê ye li dijî mirovîniyê, berpirsiyariya tekûz da ser milê civaka navdewletî, bi sedema bêdengiya wê hember binpêkirin û cîbicînekirina biryarên navdewletî.
Her weha berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Enes Elebde di kongirê rojnamevanî de îro berpirsiyariya yasayî, siyasî û exlaqî, ji wan jî ya koçkirina xelkê û kuştina sivîlan û wêrankirina jêrxanê da ser milê aliyên ko lihevkirina neçar feriz kirine.
Elebde got ku Hevbendiya Niştimanî bi hemû karînên xwe piştgiriya ‘’ xweragiriya xelkên me li Horan û Der’a di rûyê êrîşa hovane ‘’ kir, û bal kişand ser ko wan peywendî bi hemû aliyên navdewletî û herêmî re kirine.
Û Alabda bêhêvîbûna xwe hember têkçûna encûmena ewlehiyê anî ziman, ko nikare tawankariyên qirkirin û koçkirina li Horan û Dera protesto bike, û dewletên endam yên herdemî di vê çarçoveyê de bi berpirsiyariya xwe ranebûne, û got ku Emerîka dewletek dabînker bû û pabendiyên xwe vekişiya, û miletê Sûrî li ber êrîşa hovane ya Rûsî û Îranî hişt.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko êrîşa li ser Horanê berdewamiya dijminkariya li ser Xûta rojhelat e, û destpêka dijminkariyeke nû li ser Idlibê ye, û destnîşan kir ko amanc jê ew e, têkbirina tiştê ji operasiyona siyasî maye, ko ‘’nema çi baweriya miletê Sûrî pê tê, û bêkêriya Netewên Yekgirtî derbarê parastina sivîlên ko ketine ber koçberiyê û hêj li bin bombebaranê ne diyar dike. ‘’
Û careke din tekez kir û got ku şoreşa Sûrî ‘’ ji malzaroka derdan û bi viyana miletê Sûrî yê azad çêbûye, û dê pêvajoya xwe, tev astengiyan jî, berdewam bike‘’, bêtir got ku çareseriya siyasî ya li ser bingeha biryarên encûmena ewlehiyê û bi çavdêriya Netewên yekgirtî ew rêka ko veguhastina siyasî misoger bike, û gerek hemû bizavên navdewletî bi rastî bin, dûr ji hewildanên ferizkirina ecindeyên taybet li ser çi alî.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî