Wednesday, 12 September 2018 19:08

Filmê "Nameya Dawiyê" yê li ser Trajediya Ciwanên Sûrîyê Du Xelatên Navnetewî Werdigire

Fîlmê "Nameya dawiyê" , yê ji çîroka penaberekî sûrî yê ji zilma rejîma Esed reviyayî û dumahîk nameya xwe hiştiye berî di ava derya spî de noqom bibe hatiye wergirtin, heta niha du caran hatiye xelatkirin, yekem car di mihrecana "Flash Berlin", de û duyem car di mihrecana "Independent Film" de li wîlayeta Los Angeles ya Amerîka.

Her weha fimê şanonivîsê Sûrî 'Urwa El-Ehmed yê bi navê "Nameya Dawiyê" di Festîvala “Kan” ya kurtefîlman de li Fransa beşdar bûye, û hatiye berbijêrkirin ji bo xelatên zêdetir ji deh festîvalên navnetewî werbigire.

El-Ehmed, destnîşan kir ku"Di vî fîlmî de, wî dixwest wêneyê xortên sûrî wek heyî û sedemên bingehîn ên koçberbûna wan ji bo xelkên rojava diyar bike, ji ber ku gelek kes sedemên rast ên koçabûna wan nizanin.

El-Ehmad di çavpêketinekê de got ku şoreşa Sûriyê “ramanek”e , ji berî ku xwepêşandanên cemawerî destpê bikin hebû, û zêdekir û got: “ Şoreş dê berdewam bimîne, heta piştî guhertina forma desthilatê li Sûriyê”, û tekezî li ser dewleta hevwelatîbûnê û rêzgirtina li her kesî kir, bê cudahiya olî û mezhebî.

El-Ehmed tekez kir ku ew poşman nebûye ji ber beşdarbûna wî di Şoreşa Sûriyê de, û got: "Şêweyê tevgera cemawerî û encamên wê, ne girêdayî ye bi dijberiya min ji rejîmê re, çi ligel tevgerê be yan jî na". û berdewam kir û got “Ez xwe dijberê vê rejîmê dibînim, ji ber gelek sedeman, gelek ji wan mirovî ne".

Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê cext li ser girîngiya belgekirina tawanên rêjîmê bi riya fîlman kir, ji wan di bîra cîhanê de bînin di hemî helkeftan û li ser hemî platforman, û tekezî li ser giringiya rola van fîlman kir ji bo şermezarkirina polîtîkayên dewletên ku hê jî kar ji bo xapandina gelê xwe derbarê kiryarên rejîma Esed di derheq Sivîlan de dikin.

Berî niha jî belgefîlmekî Sûrî li ser bûyerên şoreşê, li ser çîroka du hevalên ji navçeyên di bin kontrola rejîma Esed reviyayî di dema şoreşê de bi navê "Hêjî Tomar Dike", du xelat di hefteyekê de ji Mihrîcana "Venice" li Îtalyayê wergirtin, ew mihrecana li êvara şemiyê 8 Îlon 2018 karûbar û çalakiyên xwe bi dawî kir.

Herwiha belgefîlmeke bi sernavê "Hawarin ji Sûriyê", hatibû berbijêrkirin ji bo wergirtina xelata "Amy", ya bi baştirîn xelat ji bernameyên televîzyonê yên navnetewî tê naskirin. Fîlm li ser şoreşa sûrî û tawankariyên rejîma Beşar el-Esed li dijî sivîlan û bi taybetî jin û zarokan bû. film wêneyên tirsnak ên termên jin û zilam û zarokên ku bi kiryarên herî xirab hatibûn işkencedan pêşkêş dike.

Hêjayê gotinê ye ku Urwa el-Ehmed ji bajarê Humsê ye, û derçûyê Enstîtuya Hunerên Dramatîk a Beyrûdê di sala 2009 de ye, û bi dehên xelatan li ser fîlmên xwe wergirtiye, ji wan "Zakira Malih" û bidestxistina xelata zêr ji bo baştirîn derhênerên filmên serbixwe ji Festîvala "Virgin Spring" li Hindistanê. Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî / Wekalat

 

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Filmê "Nameya Dawiyê" yê li ser Trajediya Ciwanên Sûrîyê Du Xelatên Navnetewî Werdigire