Bang ji bo lidarxistina xwepêşandanan li dijî rejîma Esed li roja înê, di bin navê “Çi alternatîfek nîne ji bilî rûxandina rejîmê” ji bo tekezkirina li ser daxwazên şoreşa sûrî û berdewamiya wê heta bidestxitina azadî û rûmetê, wek heman daxwazên gelê Sûriyê her ji adara 2011’an ve.
Hin dezgehên media xwecihî ragihand ku banga xwepêşandanê wê hin deverên nû li bakurê Sûriyê li xwe bigire, herweha wê li kampên penaberên Sûrî li welatên cîran jî derkevin, ji bo redkirina hemû hewldanên ji aliyê Rûsya yên dixwazin careke din desthilatdariya rejîma Esed li Sûriyê dubare bikin, û viyana xwe li ser gelê Sûriyê ferz bikin.
Di daxwaznameyên çalakvanan de hatiye gotin ku ewê peyaman ji civaka navnetewî û Netewên Yekbûyî re bişînin ji bo bi erkê parastina welatiyên sivîl li Idlibê rabin, yên hejmara wan digihêje nêzîkî sê milyon kesî, her weha handana wan ji bo rawestana li dijî her operasyoneke leşkerî li ser deverê.
Ev bang tên di çarçova berdewamiya xwenîşandanên girseyî yên îna borî, yên xwenîşandêran alên şoreşê û pankartên “berxwedan bijardeya me ye,” û sloganên şermezarkirina rejîma Esed û hevalbendên wê bilind kiribûn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê pesnê wan xwenîşandanan dabû, û gotibû ku ew nîşana yekbûn û rijdiya gel e, li ser daxwazên xwe û rûbirûbûna rejîmê; dema ew şerê ji koranî ve dijî deverê bike.
Hevbendiya Niştimanî gotibû ku gelê sûrî “Bi riya van xwenîşandanan mesajên zelal şandin, û tekez kirin ku moral û îradeyeke mezin heye ji bo rûbirûbûna rêjîmê heger êrîş bike li ser Idlibê, û rejîm û hevalbendên xwe bi giranî dê baca her gaveke çavtarî bidin.”
Duhî roja çarşemê ji aliyê saziya “Ciwanên guhertinê” li bajarê “Orm Alkubra” li gundên Helebê metingek lidar ket ji bo dupatkirina berdewamiya şoreşa Sûriyê, û “Ajansa Smart” bal kişand ku nêzîkî 30 kesî di çalakiyê de beşdar bû, û hin pankart hatibûn bilindkirin û li ser hinan ji wan nivîsandibûn: “rayên me di erda me de kûr in wek rayên zeytûnê”, “şoreşa me, şoreşa berxwedanê ye em jê navegerin” û “bi hev re em dikarin.”
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê