Encumana Xwecihî ya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurd, îro 24 cotmehê , bi amadebûna Fûad Elîko endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û rikberiya Sûrî, civîna xwe li bajarê Orfa li dar xist, li gor ku Weys Şêxî endamê Xwecihiyê ji malpera me re ragihand.
Şêxî da zanîn ku Elîko behsa rewşa Sûriyê û bûyerên ku li ser zemînê rûdidin kir, û bal kişand ser êrîşên Rûsiya li esr bajarê Helebê.
Derbarê rewşa kurdî, Şêxî got ku tekezî li ser giringiya rola Encumana Niştimanî ya Kurd hat kirin “, û ENKSê wê di demeke nêzîk de kongirê xwe li darxe û têde biryarên girîng bide.
di dawiya civînê de hin pêşniyar bo kongirê çaremîn hatin pêşkêşkirin.
Jêder: Hevbendî