80 komeleyên sivîl û mafnasên cîhanê, endamên Netewên Yekgirtî han dan ji bo ku Rûsiya nekin berbijêr ji Encûmena Mafên Mirov re, ji ber destdirêjiya wê li ser Sûriyê û bombebarankirina sivîlan bitewşî bi çekên qedexekirî û bombeyên weşî û piştgiriya wê ji hêzên rijêma Esed û milîtanên mezhebperest re.
Komeleyên sivîl û yên mafnas, duhî, di daxuyaniyeke hevbeş de gotin:”em dewletên endam yên di komeleya giştî ya NY de, han didin ku bi rijdî rola Rûsiya di Sûriyê de li ber çav bigirin, di dema helbijartina berbijarê Ewropa Rojhilat de , ew rola di piştgirî û pêkanîna karên serbazî de, ku bi awayekî rotînî sivîlan û armancên şaristanî armanc dike. Û ji ber wê rolê divê maf ji bo Rûsiya neyê dan ku têkeve desteyeke fermî ya navnetewî ya giring a taybet bi mafên mirovan “.
Daxuyaniyê amaje bi biryara komeleya giştî ya NY hejmar 252/60 kir, ya dewletên endam han dide, ku di dema berbijêrkirina kandîdan de , divê bi giringî li ber çav bê girtin ku ew kandîd” di parastina mafên mirov de beşdar bûbin, herwiha rola wan di erk û pêgiriya bi mafên mirovan bi awayekî xwebexş hebe, û bizavên wan berbijaran ji bo parastina mafên mirov kirine, her çi di hindur welatên xwe de yan ji derveyî wan bi xwe ve digire”, berî bêjin ku ” kiryarên Rûsiya bi awayekî diyar berovajî pabendiyên bi mafên mirov in. Lewra pêwîst e dewletên endam êrîşên bi tewşî yên Rûsiya li ber çav bigirin, û herwiha dan û firotina çekan bo rijêma Esed û bizavên wê yên rêgir ji bo dadgehnekirina berpirsên tawankariyên mezin yên li Sûriyê dibin”.
Herwiha daxuyaniyê bal kişand ser bikaranîna “Veto” ji aliyê Rûsiya ve, di 9’ê heyvê de li dijî pirojebiryara encûmena asayîşê, ku ew yek “armanckirinek bû ji bidawîkirina tawanên li Helebê dibin re, ku ev cara pêncemîn e ku Rûsiya Veto bikar tîne li dijî her biryarekê derbarê Sûriyê di encûmena asayîşê de”, ew ji ber ku her ji 19’ê heyva bûrî ve, hêzên Rûsiya û yên Esed bi bombebarankirina taxên Helebê yên dorpêçkirî radibin, û di nav van êrîşan de, bikaranîna bermîlên teqîner û bombeyên weşî û çekên şewitandinê hene, herwiha ku ev êrîş bûne sedema ziyanên mezin, û li gor lêkolîneka rêxistina Human Rights Wotich, di şeş êrîşan de, pênc nexweşxane bi kêmayî bi awayekî beşikî hatine wêrankirin”.
Daxuyaniyê bal kişandiye ku “Rûsiya di oparesyonên hevbeş de yên ligel rijêma Esed, di 30 êlûnê de bi zehfî bombeyên weşî yên qedexekirî û herwiha çekên şewtandinê jî bikar anîne, ku di navbera 5 cehzeranê û 18 tebaxê de, nêzîkî 18 êrîşan li ser navçeyên rizgarkirî li Heleb û Idlibê hatine dîkomîntkirin”.
Di daxuyaniyê de hatiye:”di bûyerek balkêş de, di 19’ê heyva bûrî de, karwanekî alîkariyên mirovî yê diçû ber bi bajarê Helebê ji bo gihandina alîkariyan bo rizgarkirina jiyana xelkê, ji aliyê hêzên Rûsiya yan yên Esed hatibû armanckirin, tevî ku di heyva bûrî de êrîşên esmanî li navçeyên rizgarkirî li Helebê hatin kirin, û bûn sedema gihandina ziyanên mezin li sivîlan”.
Û di dawiya daxuyaniyê de hat: ku”rewatî û rastgoya Encûmena Mafên Mirov, bi çawaniya pabendiya rasteqîn ya endamên wê bi mafên mirov tê naskirin. Lewra ev yek wê bandora wê li ser helbijartina wan ji nûnertiya girûpa Ewropa rojhilat re hebe, û divê binpêkirinên Rûsiya li Sûriyê bêne berçavkirin, gelo ew li gor piransîp û armancên serekî yên desteya fermî ya taybet bi mafên mirivan ya cîhanî ne yan na”.
Ku biryar heye di 28’ê vê heyvê de, komeleya giştî ya NY, endamên nû bo encûmena mafên mirov helbijêre, ku heryek ji Rûsiya û Hingariya û Kirwatiya, milmilaneya nûnertiya Ewropa Rojhilat di giringtirîn desteya mafên mirov li ser asta cîhanê dikin.
Jêder: Hevbendî + Elheyat