Du qehremanên Sûriyê di qehremaniya cîhanê ya karetê de li bajarê Lîniz li Nemsa beşdar dibin, ya wê îro destpê bike û heta roja 30 oktoberê berdewam be, bi beşdariya zêdetir ji 100 heta 130 dewletan.
Û wê qehremanên Sûriyê yên cîhanî “Mihened Ele’lî” di pevçûna takane û giranbûna 60 kg de, û “Mihemed Ele’lî” ew ji di pevçûna takane û giranbûna 75 kg de beşdarî mondiyalê bibin; mîna du nûnerên penaberên Sûriyê li jêr ala Yekîtiya Navdewletî Ya Karetê.
Herdu qehremanan ji bo nivîsîngeha ragihandina Hevbendiyê ragihand in ku “ne tiştek pilankirîbû ku em binavê penaberên Sûriyê beşdar bibin di Qehremaniya Cîhanî Ya Karetê de, ji ber me dixwest em binavê welatê xwe Sûriya beşdar bibin; lê rijêma Esed Sûriya xistiye gola xwînê û qada kuştinê”.
Û herdu birayan Mihemed û Muhened gotin: ” Rijêma Esed hevalên me yên qehremanên Sûriyê yên yariya Karetê dane kuştin, wek Faris Misawera û navbijvanê navdewletî Beşîr Hewa û gelekên din ji lestikvanên yariyên werzeşê, û holên werzişê û yarîgeh xistin girtîgeh bo gelê Sûriyê yê bindest û zarokên bêguneh”.
Û beşdariya wan di vê qehremaniyê de hat sazkirin, bi hevkariya Yekîtiya Tirkiyê Ya Karetê ligel yekîtiya Navdewletî Ya Karetê û serokê Yekîtiya Sûriyê Ya Karetê Û Codo Ya Azad, rahêner û navbijvanê navdewletî Ehmed Cemîl Ele’lî.
Jêder: Hevbendî