Koma Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê got ku hêzên rêjîma Esed berdewam in di bêdengiya xwe de derbarê çarenivîsa girtiyên Filestînî, û tekez kir ko piraniya wan bi êşkenceyê jiyana xwe jidest dane.
Komê diyar kir ko wê girtina 1748 girtiyan bi rêya toreya nûçegihênên xwe tomar kiriye, û bal kişand ser ko malbatine bi tekûzî tevlî şîrmij û jin û zarokan û yên temen-mezin hene.
Komê got ku hemû cûreyên êşkenceyê dijî girtiyan tên bikaranîn, û destnîşan kir ko 548 penaberên filestînî jiyana xwe jidest dane, 77 kes ji wan di rêya wêneyên bidizî derketine hatine naskirin.
Komê got ku wê dîdevaniyên hin kesên hatine berdan bidest xistine, û tekez kir ko şîrmijên penaberên filestînî yên li ber sînga dayikên xwe di zindanên rêjîma Esed de hene.
Rojnameya Elquds Elerebî duhî duşembê got ku wê pêzanîn ji jêderên mafnasiyê yên filestînî bidest xistine ko hêzên Esed heft penaberên ji kampa Elyermûk li bajarokê Yilda yê başûrê Şamê girtine, û çar jin di nav wan de hene.
Li gora raporteke berê ya koma kar, hejmara girtiyên filestînî ên jin ji destpêka şoreşa Sûriyê 2011ê de , 107 girtî ne, û 34 jinên girtî bi êşkenceyê jiyana xwe jidest dane.
Komê di raporta xwe de diyar kir ku girtiyên jin an xwendekarên zankoyê ne, an çalakvan in, an jî dêyên tevlî zarokan an jî bêytî zarokên xwe ne, û dîdevaniyên jinên hatine berdan tekez dikin ko ewlehiya rêjîmê êşkencedanê bi hemû cûreyên wê bikar tîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî