Wednesday, May 21, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî

Toreke Mafên Mirovan Tawanên Şer yên Rejîmê û Rûsyayê yên bi Bombeyên Çandî Eşkere Dike

April 16, 2019
in Nûçeyên Xwecihî
Reading Time: 4 mins read
A A
Toreke Mafên Mirovan Tawanên Şer yên Rejîmê û Rûsyayê yên bi Bombeyên Çandî Eşkere Dike

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku wê nêzkî 457 êrîşên rejîma Esed û Rûsya yên bi Bombeyên Çandî belge kiriye, û bal kişandiye ku rejîma Esed rejîma herî xirab e ji aliyê bikaranîna Bombeyên Çandî di cîhanê de.

Torê îro di raporta xwe de got ku 24 êrîş bi Bombeyên Çandî hatine pêkanîn piştî peymana Idlib ya di îlona 2018 de hatibû îmzekirin, û bal kişand ku êrîşên bi cureyên cuda yên çekan ji aliyê hêzên rejîmê li dijî mirovan û taxên şên û deverên rizgarkirî hatine pêkanîn.

Torê got ku Bombeyên Çandî bi giranî ji aliyê rejîmê hatine bikaranîn û bûne sedema “hejmareke mezin” ji qurbaniyan, û da zanîn ku “ew bikaranîn wek tê xwestin nehatiye şermezarkirin”.

Û raporta torê, behsa rewşa bikaranîna Bombeyên Çandî ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya li bakurê Sûriyê ya dikeve çarçova peymana Idlibê de kiriye, û behsa bandora wê li ser jiyana xelkê wan deveran kiriye, herwiha di raportê de serjimêriyek bi encama bikaranîna Bombeyên Çandî ji yekem bikaranîna belgekirî di tîrmeha 2012 de heta 10’ê nîsana 2019 hatiye.

Raportê sê dîdevanî ji hêla çavpêketinên rasterast ligel çend şahidan, ne bi rêya çavkaniyên vekirî standine, ku heta radeyeke baş êrîşên Rûsya ji êrîşên rejîma Esed cuda kirine.

Raportê behsa çawaniya Bombeyên Çandî kiriye, ku ew çekin heşandî ne û hatine dîzaynkirin ji bo teqîna li esman ku bombeyên biçûk li ser qadeke berfireh belav dike, û metirsiya wê tê ji encamên wê yên dirêjtir ji serdema şer û pevçûnan, tevlî qurbaniyên têne kuştin bi sedema teqînê, lê nêzîkî 10-40 ji sedî ji vê cebilxanê nateqin û weke mayînên zemînî dimînin, û dibin sedema kuştin ya şêwandina kesên sivîl, ku bi sedan gule di leşê birîndaran de dimînin, û dibe bibin sedema jêbûna dest û pêyên wan, û qotkirina reh û demarên wan.

Raporê diyar kiriye ku şûnmayiyên van bombeyan hêjî bi awayekî mezin li Sûriyê belav in, û dibin astengîyek mezin li pêşiya vegera koçberan û kar û xebata karmend û otobîsên tîmên hawarhatinê û parastina sivîlan, û herwiha dibin gef li ser pêvajoya avadankirin û geşepêdanê.

Di raporê de, ne kêmî 457 êrîşan bi Bombeyên Çandî her ji destpêka bikaranîna belgekirî li tîrmrha 2012 û heta10’ê nîsana 2019 hatine tomarkirin, û diyar kiriye ku ji wan 216 êrîş ji aliyê rejîma Esed in, û 233 ji aliyê Rûsya, û 8 ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya pevre hatine pêkanîn.

Li gorî raporê, ev êrîş bûne sedema mirina 955 welatiyên sivîl, 345 ji wan zarok in û 205 jin in, û bûne sedema birîndarbûna nêzîkî 4200 sivîlî, ku gelek ji wan dest û lingên wan hatine jêkirin û pêdiviya wan bi dest û pêyên çêkirî û rahênan û piştgiriyê heye.

Herwiha raportê herî kêm kuştina 357 sivîlan xuya kiriye, ku di nav de 107 zarok û 31 jin hene, ji encama êrîş û teqînên berê yên bi Bombeyên Çandî.

Raporê herî kêm 24 êrîşên bi Bombeyên Çandî her ji 17’ê îlona 2018 heta 10’ê nîsana 2019 tomar kiriye, û diyar kiriye ku ji wan 23 êrîş ji aliyê hêzên rejîmê, û êrîşek ji aliyê hêzên Rûsya hatine pêkanîn.

Raporê gotiye ku êrîş herî kêm bûne sedema kuştina 34 kesên sivîl, di nav de 8 zarok û 6 jin hene, û herî kêm birîndarbûna 137 kesên sivîl, û bal kişandiye ku herî kêm heft sivîl di heman demê de hatine kuştin, di nav de çar zarok ji ber teqîna bombeyên neteqayî yên bermayên êrîşên berê.

Raporê herî kêm behsa 16 êrîşan bi Bombeyên Çandî li ser navendên giring kiriye, her di navbera 17’ê îlona 2028 heta 10’ê nîsana 2019 de, û bal kişandiye ku ev êrîş bûne sedema zêdebûna derdeseriya sivîlan û koçberbûna ji gund û bajarokên xwe.

Raporê bikaranîna Bombeyên Çandî li dijî sivîlan weke “tawanên şer” da zanîn, û diyar kiriye ku Bombeyên Çandî ji aliyê hêzên rejîmê ve li dijî sivîlan û ne li dijî alavên leşkerî hatine pêkanîn, û bi vî awayî bi tawanên şer têne dîtin.

Û daxwaz ji Konseya Ewlekariyê kiriye, ji bo derxistina biryareke taybet ji bo qedexekirina bikaranîna Bombeyên Çandî li Sûriyê wek heman biryara qedexekirina bikaranîna çekên kîmyayî, û bi taybetî xalên girêdayî bi jinavbirina bermahiyên van çekên metirsîdar û destêwerdana lezgînî ji bo parastina gelê Sûrî ji êrîşên rejîma desthilatdar ya ku tawanên şer pêk tîne.

Raporê temîniya derxistina daxuyaniyekê ji Konseya Mafên Mirovan û Komisyona Navneteweî ya lêpirsînê kir, ji bo şermezarkirina bikaranîna Bombeyên Çandî ji aliyê rejîmê û Rûsya, û amadekirina lêkolînên berfireh li ser wan deverên Bombeyên Çandî lê hatine bikaranîn, ji bo hişyardarîkirina xelkê wan deveran û ramalîna bermayên wan teqemeniyên neteqyayî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin
Nûçeyên Xwecihî

Rêveberê “Kum-Spîyan” di Encûmena Ewlekariyê de: Divê em bi awayekî cidî ji bo rawestandina binpêkirinên rêjîmê kar bikin

December 4, 2024
Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in
Nûçeyên Xwecihî

Rejîma Esed û milîsên terorîst di binpêkirina mafên mirovan de li Sûriyê berdewam in

December 4, 2024
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e
Nûçeyên Xwecihî

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan Eşkere Dike ku Rijêma Esed di Tomarkirina Windakiriyên Kotekî Weke Mirî di Dezgehên Tomarkirina Sivîlan de Berdewam e

November 13, 2023
Next Post

Hevbendî Mirina Têkoşerê Sûrî Abdulkerîm Aldehak Radigehîne

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.