Rêkxistineke mafnasiyê rêjîma Beşar Elesed bi dana berepêkan û reva ji eşkerekirina çarenivîsa bi dehan penaberên Filestînî yên girtî ji salan ve tawanbar kir, ko ew bi destê ewlehiya rêjîmê hatibûn girtin, û jin û zarok jî di nav wan de hene.
Koma Kar ji bo Filestîniyên Sûriyê, di raporta xwe ya evro înê de got ku hêzên ewlehiya rêjîma Esed sê birayên hev ji heft salan ve girtine, û heta nuha girtî ne, ew jî ev in: Semîr, Fadî û Şadî Bernawî.
Komê di raporta xwe de diyar kir ko Semîr û Fadî Bernawî di 20.09.2012 de hatine girtin, û Şadî li kampa Elyermûk di heyva 10 a heman salê de hatiye girtin.
Koma Kar di raportên xwe yên berê de girtina 1768 girtiyên filestînî di zindanên rêjîma Esed de belgeh kirine, ko hêj çarenivîsa wan nediyar e.
Hêzên ewlehiya rêjîmê çendîn bira û malbatên filestînî girtine, ji nav wan jî zarok û jin, û rewşa gelek bira û malbatên li jêr êşkenceyê di zindanên rêjîma Esed de jiyana xwe jidest dane belgeh kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî