Hin çalakvanên mafên mirov û rewşenbîrên Sûrî, bi rêya malpera “Afaz”, dest bi kampanyayeke komkirina îmzeyan kirin, ji bo piştevaniya operasyona “Kaniya Aşîtiyê” ya ji hêla artêşa Tirkiyê û artêşa niştimanî ya Sûrî ve li dijî milîsên PYD li rojhilata Firatê pêk tê.
Di daxuyaniya kampanyayê de hate gotin ku zêdetir ji du mîlyon derbider û koçberî ji parêzgehên Dêrazorê û Reqa, Hesekê û gundewarê rojhilatê Helebê hene, nikarin vegerin warê xwe eger ne bi rêya kefaleta fermandarekî milîsên PYDe yê ji Qandilê be.
Û bal kişand ku sivîlên mayî li deverên di bin kontrola wan milîsan de “êşê dikişînin û rastî girtin û binçavkirin û wendakirinê tên”.
Daxuyaniyê binpêkirinên milîtanên PYD li dijî sivîlan red kirin, nemaze kiryarên leşkeriya bi darê zorê, û hiştina ku dever bibe meydana şer û milmilaneya aliyan, û anîna “çeteyên biyanî û komkirin û belavkirina wan li ser sînor”.
Daxuyaniyê tekezî li ser têkiliya xurt ya di navbera rejîma Esed û wan milîsan de kir, û got ku “ewên rejîmê anîn da xizmeta projeyên wî bikin, ew tenê dikarin di nav dezgehên siyaseta wî de bin, ji bo civaka sûrî ji ber hev bixin û nijadperestiyê biçînin”.
Daxuyaniyê cext li ser girîngiya wê yekê kir ku herêm bibe nimûneyek ji bo pêkanîna prensîp û nirxên şoreşa Sûriyê, û mafên her kesî wek hev bin di bin serweriya yasayê de, û nûnertiya hemî gelê herêmê di nav dezgehên wê de hebe.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî